Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye 2021-03-30 09:08:57   AMED - Serokê Şaxa Diyanet Sen a Amedê Omer Evsen, bi kevirên malên li Sûrê hatin rûxandin avahiyek qaçax çêkiriye. Desteya Parastinê avahiya qaçax tespît kiriye, lê ji bo rûxandina wê heya niha tu tişt nekiriye. Omer Evsen, biraziyê Midûrê Weqfan ê Amedê Metîn Evsen e.    Serokê Şaxa Diyanet Sen a Amedê Omer Evsen ku di sala 2019'an namzetê AKP'ê yê Şaredariya Sûrê bû, avahiya qaçax a malbata xwe ya li Sûrê xera kiriye û di sala 2019'an de bi kevirên xaniyên dîrokî yên li Sûrê hatine rûxandin avahiyeke qaçax ya 3 qatî û 360 metrekareyî çêkiriye. Xaniyê qaçax li qada sîtê hatiye çêkirin û wekî kargehê tê şixulandin û wekî avahiyeke kevn tê nîşandan. Ev avahî niha bi navê "Kemîklî Evî Cîger" tê şixulandin. Fatîh Evsen ku vê kargehê bi rê ve dibe, di hevpeyvîneke xwe de ji bo vê avahiyê gotiye di sala 1850'yî de hatiye çêkirin û mekanekî 350 salî ye.    Omer Evsen, biraziyê Midûrê Weqfan ê Amedê Metîn Evsen e.    Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê tespît kiriye ku ev avahî qaçax e, lê belê heya niha ji bo rûxandina wê tiştek nekiriye. Çendî ku ji bo rûxandina wê erkeke wê ya ku serî li dadgehê bide heye jî, lê ji bo kar û barên di vî warî de îşaret bi Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê kiriye û biryar girtiye ku divê saziya erkdar wê kontrol bike. Lê belê heya niha rewşa heyî ranegihandiye wezaretê û di warê hiqûqî de jî tu gav neavêtiye.