'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade! 2021-03-30 09:14:53   ERZIROM - Li Qereyaziyê di çend salên dawiyê de polîsan 9 caran avêtiye ser malbata Sunbul. Ji malbatê hema bibêje kes nemaye ku ceza lê nehatiye birîn û niha jî kesên xwe wekî "polîsên îstixbaratê" didin naskirin malbatê taciz dikin û sîxurtiyê li ferdên malbatê ferz dikin.    Li gundê Qeregivij ê navçeya Qereyazî ya Erziromê, hin kesên xwe wekî "polîsên îstixbaratê" didin naskirin malbata Sunbulê nerihet dikin. "Polîsên îstixbaratê" hefteya borî 2 caran telefonî bav Farûk Sunbul kirine û jê xwestine kurê xwe Farûk Sunbul ku derbarê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtinê hatiye dayîn û 20 sal in li Ewropayê ye, bîne welêt. Her wiha heman kesan ji bo radestkirina her du keçên wî yên PKK'yî jî "alîkarî" jê xwestine.    Piştî vê "polîsên îstixbaratê" di 26'ê Adarê de li ser whatsappê xwegihandina keça Sunbul Turkan Sunbulê. Ev kes qîma xwe bi vê jî neanîne çend roj berê pêşiya bav û keçê birîne û bi heman tiştan ew taciz kirine.    Turkan Sunbul, anî ziman ku gava ji nexweşxaneyê derketine "polîsên îstixbaratê" pêşiya wan biriye û ji wan xwestine ku birayê xwe Sadî Sunbul bînin welêt. Sunbul, diyar kir ku paşê heman kesan ji bo her du xwişkên wê yên PKK'yî gotine "Li ku ne, çi dikin? Hûn ê bi me re bixebitin. Hûn mecbûr in. Ê ne haya gel ne jî haya rêxistinê jê çêbibe. Hûn ê derbarê me de ji kesî re tiştekî enbêjin. Ê ev veşarî bimîne." Sunbul, anî ziman ku bertek nîşan dane û ji bavê wê re gotine: "Tu bi ciyê keçên xwe dizanî. Tu yê me bibî cem wan. Tu yê wan qaneh bikî û teslîmî me bikî. Ê neyên girtin, em ê wan radestî we bikin."    'ALÎKARÎ'    Sunbul, diyar kir ku heman kesan gotiye "em ê maddî-manewî aliyê we bikin" û got: "Paşê gotin 'Ê ne haya rêxistinê ne jî gel jê çênebe. Ê kes nizanibe hûn bi me re dixebitin. Em ê wan bînin, radestî we bikin.' Em naxwazin me nerihet bikin. Her cara ku em ji gund dertên, me nerihet dikin. Me taciz dikin."    ÇÎROKA MALBATÊ    Kurê malbata Sunbul Sadî Sunbul ji ber zext û zoriyan û ji ber biryara girtinê ya derbarê wî de koçî Ewropayê kiriye. Ji sala 2015'an heya niha polîsan 9 caran avêtiye ser malbatê. Ji ber van zext û zoriyan du ferdên malbatê di 2014 û 2015'an de tevli PKK'ê bûn. Ferdên din ên malbatê jî an hatin girtin an hatin sirgûnkirin an jî hatin cezakirin. Herî zêde jî Turkan Sunbul hatiye binçavkirin û girtin. Ewilî di sala 2017'an de hatiye girtin û 5 mehan di girtîgehê de maye. Di sala 2019'an de cardin hatiye girtin û vê carê jî 10 mehan di girtîgehê de maye. Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" bi giştî 5 sal û 9 meh ceza li Sunbulê hatiye birîn.    Bav Farûk Sunbul jî di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. 4 mehan di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de maye. Piştî hatiye berdan 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn.    Li dayik Besra û keç Pinar Sunbul jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 2 sal û mehek ceza hatiye birîn.