Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin 2021-03-30 11:37:54   AMED - Danişîna doza derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak de hatibû vekirin, hat taloqkirin.   Derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ya qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û ji peywîrê hat girtin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Toprak negirtî jê tê darizandin beşdar nebû de parêzerê wê Bûrhat Arta amade bû. Şandeya dadgehê ji bo kemasiyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîn taloqî 7’ê Îlonê kir.   HETA 20 SALAN CEZA TÊ XWESTIN   Di îdianameyê de derbarê Toprakê de bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” ji 7 salan heta 20 salan cezayê zindanê tê xwestin.