Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan 2021-03-30 13:41:57   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.    Emîn Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar di roja 22’yemîn a çalakiya “Nobeta Edaletê” de li ber Edliyeya Rihayê hatibûn binçavkirin. Polîsan demekê Emîne û Ferît Şenyaşar li Miduriyeta Şaxa Ewlehiyê rawestand û pişt re bêyî îfadeyên wan bigirin serbest berdan. Emîne û Ferît Şenyaşar piştî hatin berdan carek din çûn ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe berdewam kirin.