Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin 2021-03-30 14:22:29   AMED - Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya yê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin ji doza jê dihat darizandin hat beraetkirin.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya yê Hevşaredarê Erxenî bû û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, bi hêceta beşdarî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “li dijî qanûnan tevli meşê bûye û tevî hişariyê jî belav nebûye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kaya beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Sitki Zîlan amade bû û parastina miwekîlê xwe kir û xwest miwekîlê wî were beraetkirin. Pişt re şandeya dadgehê derbarê Kaya de biryara beraetê da.