'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’ 2021-03-30 15:44:05   ENQERE – Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim, serdana Nobeta Edaletê kir û ev tişt got: “Em vê bêhiqûqiyê bi hev re derbas bikin.”   Nobeta Edaletê ku Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ji ber xistina parlamenteriya xwe dabû destpêkirin, li Navenda Giştî ya HDP’ê di roja 14’an de didome. Serdanên ji bo Gergerlîoglû jî didomin. Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim û endamên Lîjneya Birêvebirina Navendî ya SES’ê Eylem Kaya Eroglû, Siddik Akin û parêzer Çîgdem Koca serdana Gergerlîoglû kirin.    ‘TÊKOŞÎNA WE ME RONÎ DIKE’   Husnu Yildirim ku di serdanê de peyamên xwe yên piştgiriyê parve kir û ev tişt gotin: “Di pêvajoya KHK’an de me timik li cem xwe dît. Ev nehiqûqî nîşan dide ku weke welat hatine kuderê. Em ji bo ku nîşan bidin li cem we ne em hatin serdana we. Em ê bi hev re van nehiqûqiyan derbas bikin. Wê têkoşîna me ya li dijî van nehiqûqiyan bi dawî nebe. Têkoşîna we ji aliyê herkesî ve bi erênî tê pêşwazîkirin. Em têkoşîna we ji xwe re weke ronahî dibînin.”   Gergerlîoglû jî ji ber serdanê spasiya heyeta SES’ê kir û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî neheqiyan.    Tê payîn ku Gergerlîoglû sibê bi daxuyaniyekê nobeta xwe bi dawî bike.