Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin 2021-03-31 09:02:02 WAN - Danişîna ewil a rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, dê di 2'yê nîsanê de bê lidarxistin. Bîlen û Ûgûr gotin: "Divê em ne di girtîgehê de, li qadê li dû nûçeyan bin."  Li navçea Şax a Wanê welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût hatibûn binçavkirin û paşê ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî ji helîkopterê hatibûn avêtin, bi çend rojan Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Salan jî ji ber nûçeyên derbarê vê bûyerê de di 9'ê Cotmeha 2020'an de hatibûn girtin û nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût jî bi awayekî negirtî tê darizandin. Danişîna ewil a rojnamevanan dê di 2'yê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê bê lidarxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku her 5 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxsitinê" bên cezakirin. Her wiha rojnamevan Nazan Sala bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî tê tawanbarkirin.    Beriya danişînê rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, peyamek şandin û ji bo piştevaniyê bang li rêxistinên rojnamevanan kirin.    BÎLEN: ROJNAMEVANÎ TÊ DARIZANDIN    Rojnamevan Bîlen, di hevdîtina bi rêya telefonê de ji bo piştevaniyê bang li rêxistinên pîşeyî û rojnamevanan kir. Bîlen, di peyama xwe de destnîşan kir ku di şexsê wan de rojnamevanî tê darizandin, ji lew re xwedîdrketina li vê dozê tê wateya parastina rojnamevanî û azadiya fikr û ramanê. Bîlen, destnîşan kir ku divê rojnamevan ne di girtîgehê de, li qadê li dû nûçeyan bin. Her wiha Bîlen, ji bo îdianameya derbarê wan de jî bilêv kir ku di îdianameyê de tu delîleke ku bibe cihê sûcekî tune ye. Bîlen, diyar kir ku kêfa wan li cih e û got: "Bi hêviya siberojên azad."    ÛGÛR: ÎDIANAMEYA ŞERMÊ    Ûgûr jî di nameya xwe de diar kir ku nêzî 6 mehan e bi awayekî bêhiqûqî girtî ne û ji bo îdianameya derbarê wan de jî destnîşan kir ku "îdianameya şermê" ye. Ûgûr, di nameya xwe de aniye ziman ku di îdianameyê de pritûk, kovar û rojnameya Yenî Yaşamê wekî materyalên qedexe hatine lansekirin û got: "Tiştekî bi awayekî qanûnî tê çapkirin û belavkirin wekî delîlên sûc hatine hesibandin. Ev tiştekî trajîkomîk e. Îllegalîzekirina Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî îroniyeke êşbar e. MA, li vî welatî dengê kesên dengê wan nayê bihsîtin bixwe ye. Ez jî nûnerê MA'yê yê Wanê me. Şaxa me girêdayî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ye. Kesên dixwazin MA'yê wisa nîşan bidin, dixwazin çapemeniyê hemû têxin bin kontrola xwe. Ji ber ku em ji çanda çapemeniya azad tên, di li cem me telîmat û serîtewandin tune ye û yê tune be jî."    Ûgûr, di nameya xwe de bal kişandiye ser hevpeyvîna bi malbata girtiyê nexweş Engîn Aktaş ku rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" û wekî sûc hesaibandina hevpeyvînê jî û gotiye: "Me ev bêhiqûqîtî ragihand gel. Wekî sûc hesibandina vê yekê, tê wateya binpêkirina mafê nûçewergirtinê yê gel."    Ûgûr, bal kişandiye ser nûçeya derbarê Osman Şîban û Servet Tûrgûtê ku ji helîkopterê hatin avêtin û gotiye: "Me bi beyanên şahidan, raporên nexweşxaneyê û wêneyan îşkenceya heyî aşkere kir. Lê meqamên fermî bi daxuyaniyên li hev dernediketin xwestin ser bûyerê bigirin. Ji dêvla ku vê îşkenceya li hemberî mirovahiyê sûc bû bê aşkerekirin, ketin pêyî hesabê 'em ê çawa ser bigirin.'"    Ûgûr, di dawiya nameya xwe de gotiye: "Çi dibe bila bibe, em ê her tim rojnamevaniyê bikin. Ji lew re rojnamevanî ne sûc e."    MA / Gokhan Altay