Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin 2021-03-31 09:02:04 DERSIM - Li gundê Akpinar ê navçeya Xozat a Dersimê, Sakîne Konak û Kiymet Konak ji ber rewşa aborî di lojmana dibistanê û poleke dibistanê de dimînin. Her du malbat ji bo çêkirina xênî li benda alîkariyê ne.  Li gundê Akpinarê yê navçeya Xozat a Dersimê Sakîne Konak ji ber rewşa aborî di lojmana dibistanê de û xizma wê Kiymet Konak jî di poleke dibistanê de dimîne. Kiymet û hevjînê xwe di poleke dibstanê de û Sakîne Konak jî tevî 4 zarokên xwe di lojmana dibistanê ya yekodeyî de dimîne.    Hevjînê Sakîne Konakê di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest daniye. Demekê li mala xizmekî xwe maye. Konak got: "Ez li vir çêûme û li vir mezin bûme. Bi qasî 20 salan li mala bûrayê xwe mam. Ew li Stenbolê diman. Îsal gotin em ê wer in. Em jî mecbûr man derkevin. Ne dibû em li ba hev bin. Gava nû hatim vira ceryan tune bû. Me pir zehmtî kişand. Me ji qeymeqam re got, ji me re cihekî bibîne em ji xwe re xaniyekî çêbikin. Ev der dan me. Ma vê zivistanê em ê biçûna ku? Ev der ji bo kesekî ye, lê em 4 kes in. Cihekî me tune ye. Ez û zarokên xwe di nav hev de ne. Ewilî gava hatim, du mehan ceryan tune bû. Ji bo şarja telefonê diçûm cînaran. Bila rayedar aliyê me bikin. Em dixwazin xaniyek me jî hebe."    Kiymet Konak jî ku berê li Xarpêtê bûye, di sala 2006'an de ji ber rewşa aborî vegeriyaye gundê xwe û niha kayê difiroşe û pê debara xwe dike. Konak û hevjînê xwe di poleke dibistanê de dimînin. Koank got: "Xaniyê me tune ye. Di dema hilbijartinê de an jî gava wezîrek tê soz didin. Lê piştî diçin ji bîr dikin. Pereyê me hebûna me yê ji xwe re xaniyek çêbikira. Serşo û lawaboya vê dbistanê li derve ye. Ne dahatek min ne jî ya hevjînê min heye. Zarokên min tên, ez li pişt vê perdeyê radikevim. Gava keça min, xwişka min, bavê min bên em li eynî ciyî radikevin. Em dizanin bê ev tiştekî çi qas zehmet e. Ji bo alîkariyê diçim qeymeqamtiyê. Dibêje pezê te heye. Ma ez ê çi bikim ji pez. Hevjînê min nexweş e, ez jî nexweş im astim bi min re heye. Rayedar alîkariya me nakin. Soz didin, lê tiştekî nakin."