Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin 2021-03-31 14:24:07 DERSIM - Parêzer Zafer Çellîk li Dersimê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin. Li Dersimê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mala parêzer Zafer Çellîk de girtin. Polîsan dûre Çellîk anîn buroya wî û di buroyê de jî, lêgerîn kirin. Piştî lêgerîna mal û buroyê, Çellîk bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin.     Hat diyar kirin ku Çellîk birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê.