Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin 2021-03-31 14:40:04   AMED - Dadgehê destûr neda ku Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan di doza tê darizandin de parastina kurdî bike. Dadgehê bi yek dengî biryara ji xeynî danişîna ewil û ya dawîn parastina kurdî nikare bê kirin da. Gokhan biryarê şermezar kir û parastin nekir.   Ji ber dadgehan destûr neda parastina kurdî bê kirin, nivîsên ji bo kurdî yên weke “zimanê nayê zanîn” , “zimanê nayê fêmkirin” , “zimanê tê îdîakirin ku kurdî ye” , “zimanê ku şandeya dadgehê fêm nekir” ku bi salan li girtekan hatin nivîsîn û vegeriyan qeyranê. Li ser vê yekê ji bo parastina kurdî bê kirin sererastkirina qanûnî hat kirin. Lê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, parastina kurdî bi sînor kir û feraseteke nû derxist holê. Di doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de ku bi îdîaya “rêvebera rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de şandeya dadgehê biryara ji xeynî danişîna ewil û ya dawîn parastina kurdî nikare bê kirin da.   JI XEYNÎ DANIŞÎNA EWIL Û YA DAWÎ   Gokkan ku ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS'ê tevlî 20’emîn danişîna dozê bûyî xwest bi kurdî parastinê bike. Dadgehê îdea kir ku Gokkan nikare parastina xwe bi kurdî bike. Şandeya dadgehê bi yek dengî li gorî xala 202’yemîn a Qanûna Mûhakemeyên Ceza (CMK) ya “bersûc dikare di danişîna ewil û ya dawîn de parastinê bike, di danişînên navberê de nikare parastina kurdî bike” daxwaza Gokkan a parastina bi kurdî red kir. Ji ber vê Gokkan, biryara dadgehê şermezar kir û diyar kir ku parastina xwe bi tirkî nake.   ‘ÇIMA GIRTIYE EM NIZANIN’   Pişt re parêzer Mûharrem Şahîn, parastin kir û xwest ku muwekîla wî di danişîneke din de ne bi ser SEGBÎS’ê rast e rast tevlî danişîne bibe. Dadgehê bi hinceta pandemiyê ev daxwaz jî red kir. Şahîn, diyar kir ku muwekîla wî bi “Hemwelatiya KCK’ê” tê sûcdarkirin û got ku ew vê têgihê hê nû dibîhizin. Şahîn, xwest dadgeh vê têgihê ji wan re îzah bike û wiha got: “Em nizanin ku muwekîla min çima girtî ye. Di dosyayê de rewşeke ku divê girtî bimîne tune ye. Her wiha berê jî derbarê dosyayê de parastina xwe kir û hat berdan. Dema ku ji bo muwekîla min biryara girtinê dan li derveyî bajêr bû. Lê li gel vê jî hat û tevli danişînê bû. Tu rewşeke ku bireve tune ye.”   ‘REWŞEKE KU HÛN WÊ BIGIRIN TUNE YE’    Parêzer Berfîn Gokkan jî anî ziman ku muwekîla wê tevlî hemû dozên ku lê hatine vekirin bûye û rewşeke wê ya bireve  tune ye û wiha got: “Polîsan xwe gelek biaqil hesibandine ku di du dosyayên muwekîla min ên cuda de bi şahida bi navê Zeynep Bûdak heman îfade dane. Zeynep Bûdak di îfadeya xwe de diyar kir ku polîsan wêneyê muwekîla min nîşanê wê dane, lê derket holê ku beriya ku wêneyî nîşanî Bûdakê bidin muwekîla min nas nake. Wekî din jî di her binçavkirinên Amed û Mêrdînê de jî muwekîla min tê binçavkirin û pişt re tê berdan. Ji ber vê yekê rewşeke ku hûn wê bigirin tune ye.”    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dadgehê piştî navbereke kurt ji ber hinceta şika revîna Gokkanê heye û şertên kontrola edlî wê kêm bimînin biryara berdewama girtina Gokkanê da û danişîn taloqî 23’ê hezîranê kir.   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersîm Dag, endamên TJA'yê, rêxistinên navçe û bajar ên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê, rêxistinên bajêr ên HDP’ê yên Êlih, Dersim, Şirnex û Mêrdînê ji bo şopandina danişînê hatin ber edliyeyê lê bi hinceta pandemiyê destûr hat dayîn ku hejmareke bi sînor kes danişînê bişopînin.