Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome 2021-03-31 15:52:11   STENBOL - Çalakiya nobetê ya akademîsyenên piştîgirî didin şermezarkirinên li dijî rektorê qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatin kirin a bi daxwaza zanîngeha xweser di roja 87’an de dewam kir.   Şermezarkirinên li dijî Melîh Bûlû yê weke rektorê qeyûm bi biryara Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan tayînî Zanîngeha Bogaziçiyê hat kirin, di roja 87’an de dewam kir.   Akademîsyenên piştgiriyê didin şermezarkirinan, dîsa li ber avahiya rektoriyê kom bûn û çalakiya xwe ya nobetê di roja 63’yan de dewam kirin. Akademîsyenên li Qada Kampusa Başûrê Zanîngehê kom bûn, pişta xwe dan avahiya rektoriyê û banga îstîfayê li rektor Melîh Bûlû kirin. Akademîsyenan, di çalakiyê de, daxwaza xwe ya “Zanîngeha xweser” dubare kirin.