ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-01 09:00:07 * Ji 72'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 4 roj man. Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê bûye rojbûna gelê kurd û got: "Ev manewaiyateke girêdayî têkoşîna gelê kurd e. 4'ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin, rojbûna gelê kurd e. * Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salîh Muslim, bal kişand ser girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û got: “Ocalan gelekê mirîbû ji nû ve zindî kir. Gel mirîbû, wê tune bibûya, lê Birêz Ocalan destûr neda vê yekê û Kurd ji devê gur derxist.”   * Rojnamevanan destnîşan kir ku di şexê rojnamevanên li Wanê tên darizandin de, pîşeya rojnamevaniyê tê darizandin û ji bo danişîna roja 2'yê Nîsanê bang kirin.    * Parêzer Hatîce Demîr, diyar kir ku biryara fesixkirina Peymana Stenbolê di warê hiqûqî de bêhikm e û got: "Çi bê serê jinan, berpirsiyar ev biryarname û serokkomar e."    * Li gundê Deyrgûzê yê Şemrexê jinên ku xalîçe û tûrikan çêdikin, ji bo ev kelepûr winda nebe rê ciwanan didin.    * Kelemçeya elektronîk ku di çaçroveya qanûna jimare 6284'an de pêk tê, di demên dawî de veguheriye amûreke cezakirinê li hemberî jinên û muxalifan. Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû, pêkanîna ku wekî pêkanîneke "texilandin û jêvegerandinê" hat ragihandin, niha veguheriye amûreke tahdeyê.    * Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo şermezarkirina biryara derbarê Peymana Stenbolê de meşek li dar xistibûn. Ji ber vê meşê li 6 endamên platformê cezayê pereyî hat birîn. Jinan diyar kir ku cezayê hatiye birîn tahdeyeke aborî ye û dê tim li kuçeyan bin û bitêkoşin.    * Fatma Altinmakas, piştî tecawizî wê hatibû kirin, zilamê pê re zewicandîbû ew kuştibû. Parêzerê Altinmakasê Mîr Bedirhan Ayaz, diyar kir ku lêpirsîn baş nehatiye kirin û dê giliyên kesên ji bo cinayetê "biryarên hevpar" girtine bikin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 23'emîn de berdewam bike.    * Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo betalkirina biryara feskirina Peymana Stenbolê li ber Şûreya Dewletê ewil daxuyanî bide çapemeniyê û dûre serî li Şûrayê bide.(11.00)    * ÎHD, wê rapora binpêkirinên mafên mirovan a sala 2020’an li avahiya xwe ya Navenda Giştî bi raya giştî re parve bike.(11.00)   * Danişîna doza Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu û Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ên piştî hatin girtin, qeyûm tayînî cihê wan hat kirin, wê bê dîtin. (11.00)   * Piştevahiya Parêzerên Jinan a Stenbolê, ji bo ku bêjin “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin” wê li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa Emeklî Sen a Mêrsînê, ji bo ku bêjin “em nikarin debara xwe bikin” wê li ber avahiya sendîkayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Baroya Wanê, derbarê rojnamegerên girtî Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala de, wê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna doza ji nû ve darizandina Mehmet Çagraş ê di 19’ê Îlona 2018’an de, li Îdirê hevjîna xwe Guner Çagraş qetil kiribû, wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê bê dîtin. (14.00)