‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e' 2021-04-01 09:00:40 RIHA – Ji 72'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 4 roj man. Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê bûye rojbûna gelê kurd û got: "Ev manewaiyateke girêdayî têkoşîna gelê kurd e. 4'ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin, rojbûna gelê kurd e. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin, di 4'ê Nîsanê de yê bibe 72 salî. Her wiha çavê gelê kurd jî li çalakiyên rojbûnê yên li gundê Amarayê ne. Biraziyê Ocalan Parlemneterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan behsa pîrozbahiên berê ên li Amarayê kirin.    Omer Ocalan, dara fisteqan a 300 metreyî dûrî gund e nîşan da û diyar kir ku Rêberê PKK'ê li bin wê darê pirtûk dixwendin, lewma ev dar ji bo Ocalan dareke taybet e.    ‘GELÊ KURD BAŞ DIZANE'    Omer Ocalan, bilêv kir ku Rêberê PKK'ê li bin vê darê bi hevalên xwe re sohbet dikir û got: "Gava behsa 4'ê Nîsanê tê kirin, ewilî gundê Birêz Ocalan Amara tê bîra mirov. Çima Birêz Ocalan? Birêz Ocalan, di siyaseta kurdî de xwedî rol û mîsyonekê ye. Berê çemekî bi aliyekî şaş de diherikî rast kir û têkoşiya. Gelê kurd, baş bi vê dizane."    ‘ROJBÛNA GELÊ KURD'    Ocalan, diyar kir ku pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê ku ji sala 2004'an ve tên pîrozkirin, heya niha gelek caran hatine astengkirin û got: "Di pîrozbahiya 2009'an de hêzên dewletê ciwanên kurd Mûstafa û Mahsûm şehîd kirin. Piştî vê her sal ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesî berê xwe da Amarayê. Pîrozbahiyên girseyî hatin kirin. Ya herî bicoş, a 2015'an bû. Bi hezaran kes wekî qernewalê 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Ev manewaiyateke girêdayî têkoşîna gelê kurd e. 4'ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin rojbûna gelê kurd e. Ji lew re; kurd, ji roja komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha tên eciqandin. Lê niha bi dengekî bilind li ber xwe didin û cîhan wan nas dike. Kurd dibêjin, 'Em hene, mafên me hene, ji bo van mafan statuyek divê.' Berê jî berxwedan çêbûn. Lê belê têkoşîna Birêz û Ocalan û hevalên wî gelê kurd ji nû ve vejand."    Omer Ocalan, destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin, her sal 4'ê Nîsanê tê pîrozkirin. Ocalan, anî ziman ku di 4 salên dawî de zext û zorî zêde bûne û nehiştine ew bixwe jî biçe gundê xwe.    ‘EV PERGAL RIZIYA!'    Ocalan got: "Dê û bavên min li vê axê çêbûn. Her wiha ez parlementer im. Hatina min a gund jî asteng dikin. Yanî zilmek mezin heye. Êdî ev pergal riziyaye. Êdî hêzeke wan î ku xwe li ber têkoşîna mafdar a gelê kurd bigirin nemaye."    Omer Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûna Rêberê PKK'ê nahseibînin û got: "Di şexsê Birêz Ocalan de rojbûna gelê kurd e. Her kes dikare li cihê xwe pîroz bike, eynî wekî Newrozê. Newroz, serîhildana Kawa ye li dijî neheqiyê. Em dixwazin li warê xwe wekî hev bin. Di vê têkoşînê de paya Birêz Ocalan, payek mezin e. 4'ê Nîsana gelê kurd pîroz be. Rojbûna gelê kurd pîroz be."    ALÎ OCALAN: DIBÛ LEHΠ   Alî Ocalan jî rojbûna xalê xwe pîroz kir. Alî Ocalan, pêvajoya çareseriyê bibîr xist û destnîşan kir ku wê çaxê bi dehhezaran kes dihatin 4'ê Nîsanê bi coşeke mezin pîroz dikirin.    Ocalan, diyar kir ku ji gelek derdoran gelek kes berê xwe didan Amarayê û ji bo wan rojan got: "Berê mirov li Xelfetiyê kom dibûn û bi hev re dihatin vir. 3-4 rojan kom bi kom dihatin. Rêya 13 kîlometreyî dibû lehî ji mirovan. Bi govendê dihat pîrozkirin. 3 roja wisa dewam dikir. Bêyî tiştek biqewime 4'ê Nîsanê pîroz dikirin."    Alî Ocalan, anî ziman ku lê belê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû qedexe ketine dewrê û bi vî awayî pêşî li ber pîrozbahiyê hatiye girtin û got: "Dewlet naxwaze çûkek jî biçe gund. Beriya pîrozbahiyê gund tê dorpêçkirin. Berê wekî mîhrîcanê dihat pîrozkirin. Lê nenûka mirovekî/ê î tahl nedibû."    Alî Ocalan bal kişand ser tecrîdê jî û got: "Malbat serlêdanê dike, lê nahêlin. Dêya min 4 sal in Serok nedîtiye. Em dixwazin qanûn pêk bên. Guh li qanûnên xwe jî nakin. 22 sal in Serok girtiye. Em dixwazin bê berdan. Em dixwazin di rojbûna xw eya 73'yan de li cem me be. CPT, divê guh li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bike. Tavilê divê hevdîtin bi Serok re bê çêkirin."    Alî Ocalan, xwest îsal 4'ê Nîsanê bi coş pîroz bikin.