Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin 2021-04-01 09:00:41 STENBOL - Rojnamevanan destnîşan kir ku di şexsê rojnamevanên li Wanê tên darizandin de pîşeya rojnamevaniyê tê darizandin û ji bo danişîna roja 2'yê Nîsanê bang kirin.  Li navçea Şax a Wanê welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût hatibûn binçavkirin û paşê ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî ji helîkopterê hatibûn avêtin, bi çend rojan Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Salan jî ji ber nûçeyên derbarê vê bûyerê de di 9'ê Cotmeha 2020'an de hatibûn girtin û nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût jî bi awayekî negirtî tê darizandin. Danişîna ewil a rojnamevanan dê di 2'yê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê bê lidarxistin. Di îdianameyê de tê xwestin ku her 5 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxsitinê" bên cezakirin. Her wiha rojnamevan Nazan Sala bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî tê tawanbarkirin.    Rojnamevanan diyar kir ku darizandina navbirî, darizandineke siyasî ye û xwestin tavilê hevpîşeyên wan bên berdan.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, anî ziman ku nûçeya rojnamevanan çêkiriye li Tirkiye û cîhanê deng daye, lê belê îqtidar ji ber vê nerihet bûye û got: "6 meh in hevalên me girtîne. Ev demeke dirêj e. Bi vî awayî hevalên me hem ji karê wan hem jî ji jiyanê qut kirin. Ev eziyet e. Bi vî awayî dixwazin ji rojnamevanan re bibêjin 'Heger hûn di bûyereke bi vî rengî de li hemberî dewletê cih bigirin, em ê jî van tiştan bînin serê we.'"    BANGAWAZΠ   Çelîk, diyar kir ku îqtidar naxwaze bêhiqûqiya li welêt bê dîtin û lewma êrîşê dibe ser rojnamevanan. Çelîk, destnîşan kir ku divê her kes li cem rojnamevanên girtî be û got: "Kesên derfetên wan ên ji bo serdana wan tune ne, dikarin bi parvekirinekê piştgiriya wan bikin."    TU QÎMETEKE WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE!    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatî Polat jî bibîr xist ku li Tirkiyeyê bi dehan rojnamevan girtî ne û di dozên siyasî de kêfiyeteke mezin rû dide. Polat, destnîşan kir ku gava dozger hevpîşeyên wan tawanbar dike, pênaeyeke siyasî datîne û got: "Li tu devera cîhanê pîvaneke wekî 'rojnamevan nikarin li ehmberî dewletê nûçeyan çêbikin' tune ye. Ev dijî xwezaya rojnamevaniyê ye. Li hemberî me serokê partiyeke siyasî yan jî helwesteke wekî ya milîtanekî heye. Lewma ji srî heya binî tu qîmeteke wê ya hiqûqî tune ye."    ÇAVTIRSANDIN E    Polat got: "Dibêjin 'gere hûn bûyerên civakî yên di aleyha dewletê de nekin nûçe.' Pîvaneke bi vî rengî tune. Ev, di heman demê de tê wateya çavtirsandinê jî. Di danişîna 2'yê Nîsanê de divê ev neheqî ji holê bê rakirin."    MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ    Nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayip jî, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze hevpîşeyên wan ên nûçeyeke ser wê hatiye girtin kirine nûçe, ceza bike. Gayip got: "Doza ku dê danişîna wê di 2'yê Nîsanê de bê lidarxistin, danişîna mafê nûçeweregirtinê ya gel e û di vê dozê de mafê nûçeçêkirinê ya rojnamevanan tê darizandin."    Gayip, anî ziman ku hevpîşeyên wan "mafê nûçeweregirtinê yê gel û mafê ragihandina rastiyê" parastine û got: "Niha jî divê gel mafê nûçeweregirtinê biparêze. Doza hevalên me, doza heqî û edaletê e."    MA / Kadîr Guney