Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da 2021-04-01 09:43:20 ŞIRNEX - Li gundê Hesena yê navçeya Silopî şivanê ku pezê xwe diçerand pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Hesena yê navçeya Silopî ya Şirnexê şivanê bi navê Cemîl Kaçar, dema ku li gund pez diçerand pêl mayinê kir. Mayîn di Kaçar de teqiya û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Pişt re cenazeyê Kaçar bi ambulansa ku çû ciherê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.   Li aliyê din di 21'ê adarê de li mezreya Yekmal a navçeya Qilebanê jî zarokê bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî dema ku sewalên xwe çêrandibûn pêl mayînê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.