Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand 2021-04-01 10:31:06   AMED – Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen ku ji peywirê hatibû girtin, bertek nîşanî nelirêtiya 350 hezar TL’yê ku qeyûm di bin navê xizmeta şêwirmendiyê de kiriye da û diyar kir ku nelirêtiya ku hatiye kirin tenê yek ji nelirêtiyên ku li şaredariyê pêk têne.    Qeyûmê Şaredariya Peyasê, di bin navê “xizmeta şêwirmendiyê” de ji bo 10 mehan 350 hezar TL pere razand hesabê şîrketeke şêwirmendiyê. Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nelirêtiya ku hatiye kirin tenê yek ji nelirêtiyên ku li şaredariyê pêk tên û wiha got: “Piraniya îhaleyên rêveberiya qeyûm bi usûla bazariyê pêk tên û piraniya wan heman fîrma digirin.”