Keskîn: Em hemû dîl girtî ne 2021-04-01 11:00:53   STENBOL - Eren Keskîn ku ji ber nivîsên di Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîsandibû 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, diyar kir ku kesên ne di girtîgehê de weke dîl tên girtin û ev tişt got: “4 sal in nikarim biçim derveyî welat, Em timik tên şopandin. Weke dîlan dijîn. Em hemû bi kontrola edlî ne.”   Danişîna biryarê ya doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin di 15’ê sibatê de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin. Ji Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Înan Kizilkaya, Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya re bi îdîayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi komî 20 sal û 10 meh cezayê hefsê hat dayîn. Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar  û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabûnê  diyar kir ku biryara pêwîstekî li dijî peymanên netewî û navnetewî ye.    CEZAKIRINA BÊYÎ DELÎLAN   Keskîn, diyar kir ku di 30 salên di têkoşîna mafên mirovan de gelek caran hatiye darizandin lê cara ewile ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ceza digire û wiha axivî: “Cezayê ku dan min ez matmayî nekirim. Dema mirov ji aliyê hiqûqî lê binêre biryar derveyî hiqûqa naxweyî ya Tirkiyeyê û peymanên navnetewî ye. Hûn organekî çapemeniyê di darizînin û beyî ku delîl di destê we de hebin hûn ceza didin berpirsyarên organên weşanê. Ez ji aliyê hiqûqî ji derveyî aqil dibînim.”   ARMANC TÊKOŞÎNA MAFÊ MIROVAN E   Keskîn, anî ziman ku dema biryara bihincet xwend fikirî ku dadgerên ev biryar dan ji peymanên Tirkiyeyê îmzekirine bê agahdar in û wiha got: “Bawer im ser parastinên ku min kirine biryar dane. Têkoşîna mafê mirovan evqas ditirsîne. Ji ber biryar hema bêje têkoşîna mafê mirovan weke “Vîrûsa HIV’ê” bi penase dike. Dadgerekî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiyeyê îmze kiriye bixwîne biryareke wisa nade.”   BIRYAREKE DERVEYÎ AQIL E   Keskîn, da zanîn ku biryareke ku têkoşîna mafên mirovan weke vîrûsê penase dike derveyî aqil e û wiha berdewam kir: “Têkoşîna mafên mirovan gerdûnî ye. Tişta ku ez matmayî kirim, ev biryar ji Ozgur Gundemê bêtir têkoşîna mafên mirovan hedef digire. Ew jî ji ber têkiliyên min ên bi ÎHD’ê re ne.”   GELEK NIVÎS NIVÎSANDI NE   Keskîn, bi bîr xist ku di navbera salên 2013 û 2014’an de li Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015’an de doz li rojnameyê hatin vekirin û ser rojnameyê de girtin. Dest danîn ser hemû evraqên rojnameyê û hesabên wê hatin lêkolînkirin. Ji van delîlekî ku têkiliya bi rêxistinê re heye derneket. Hiqûq şênberiyê dixwaze. Dema hûn biryara bihincet dinivîsîn mecbûr in delîlan diyar bikin. Zêde nivîsandina min weke “endamtiya rêxistinê” nirxandine û kirine hincet. Ji xwe ez her hefteyê li vê rojnameyê dinivîsim, ev diyar e. An ku dibêjin ku ‘ji ber zêde nivîs nivîsandine endama rêxistina bi çek e’. Ez ji her derê re nivîs dinivîsînim. Ez miroveke ku siyaseta sivîl jî red kirî me. Ez ê çawa bibim endamê rêxistineke bi çek. Ma tişteke wisa dibe?”   QELEMŞORA RÊXISTINÊ   Keskîn, bal kişand ku biryara hatiye dayîn derveyî biryarên Dadgeha Bilind in û biryarên Dadgeha Bilind ên şertên “endamtiya rêxistinê” diyar dike bi bîr xist. Keskîn, bi lêv kir ku biryarên Dadgeha Bilind di dosyayê de cih nagirin û wiha pê de çû: “Mesele ji bo min dibêjin ‘qelemşora rêxistinê’ ye. Em qala hişmendiya ku pênûs weke çek dibînin dikin. Heke hûn pênûsî weke çek bibînin hûn tu car nikarin aştî û çareseriyê pêk bînin. Wê demê çima pêvajoya çareseriyê pêk hat? Çima di pêvajoya çareseriyê de tu doz li rojnameyê nehatin vekirin. Madem organa weşanê ya rêxistinê bû, çima tu doz lê nehatin vekirin? Bi rastî jî dozeke derveyî aqila bû.”   HELWESTA CIHEKARIYÊ   Keskîn, da zanîn ku dadgehê di dozê de cihekariyeke mezinkir û wiha domand: “Dadgehê cudakari xiste nava me. Dema darizandin bi dawî dibû dosyaya rewşenbîr û nivîskarên tirk ji vê dosyayê veqetand. Derbarê gelekan de biryara beraetê da. An jî cezayê propagandayê daye û dosyayên wan veqetandin. Dadgehê got ‘Hûn kurd in ez we vediqetînim’. Min ev yek di dadgehê de jî got. Tirk veqetandin, ceza da kurdan. Ev yek di dawiya darizandinê de kir. Ev cihekariyeke mezin e. Me wê rojê fêm kir ku dê ceza bidin me.”   ‘EM HEMÛ BI KONTROLA EDLÎ NE’   Keskîn, anî ziman ku di salên 1990’an di pêvajoyên gelek giran de derbas bûn û êv tişt got: “Wê demê êrîşên fîzîkî hebûn, mirov dihatin kuştin û di bin çavan de dihatin windakirin. Lê azadiya îfadeyê nedihat binpêkirin. Qet nebe dema derbarê we de lêpirsînek dihat vekirin we dikarî biçî îfadeya xwe bidî, dema doz hatibûya vekirin jî wek dikarî bi awayekî azad xwe biparêzin. Dema cezayê we dihat pejirandin hûn diketin girtîgehê. Lê niha dema hûn ji bo îfade dayînê diçin we digirin. Pêvajoyeke ku azadiya îfadeyê evqas di bin zextê de bûye min nedîti ye. An ku em hemû niha di girtîgehê de ne em hemû li derve dîl girtî ne. Ev çar sal in nikarim biçim derveyî welat. Ji ber darizandinên Ozgur Gundemê 4 sal in nikarim biçim tevlî civînên navneteweyî bibim. Ji xeynî vê mecbûrî îmze avêtinê dikin, em her tim tên şopandin. Em weke dîl girtiyan dijîn, em hemû bi kontrola edlî ne. Azadiya îfadeyê di sala 2021’ê de di vê rewşê de be mirov diêşîne. Li gorî min Tirkiye niha dişebe Koreya Bakûr, Turkmenîstan û Çînê. Lê ji aliyekê jî dixwaze bikeve nav Yekitiya Ewropayê (YE).”   ‘EM DIXWAZIN KU MIROV NEMIRIN’   Keskîn, da zanîn ku dewlet bi gotinên “Ez her tim têm guhertin, aqlê min jî tê guhertin. Tu jî dê li gorî min bêyî guhertin” polîtîkayên bîatkirinê ferz dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber em vê guhertinê red dikin her tim azadiya îfadeyan tê binpêkirin. Em ê ısrara xwe ya aştî, demokrasî û çareseriyê bidomînin. Em dixwazin ku mirov li ser vê erdnîgariyê nemirin. Ev qas hesan e. Ez ê neguherim û rastiyan vebêjim. 30 min xwest vê yekê bikim û niha jî hewl didim ku vê bikim.”   MA/ Ferhat Çelîk