Operasyonê Holê di roja 5'an de ye 2021-04-01 12:13:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona Mirovî û Ewlehê ya ku di 28`ê Adarê de bi armanca paqijkirina çeteyên DAIŞ'ê ji Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja 5`ê de li beşa 6`emîn, didome.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya YPJ, YPG û QSD`ê ji bo paqijkirin û bêbandorkirina çeteyên DAIŞ'ê ji Kampa Holê, di 28`ê Adarê de, Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyon di roja 5'emîn de li beşa 6'an dewam dike.   Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên ewlekariya hundirîn a 4 rojên derbasbûyî zêdetirî 70 çeteyî hatiye girtin û di nav de serçete jî hene. Her wiha heta niha gelek telefon, leptop, guleyên çekan, cilên leşkerî û pergalên teqemeniyê hatine desteserkirin.   Duh êvarî jî Hêzên Ewlekariyê ragihand ku hêzên wan dadgerê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Mihemed El-Cimêlî yê ji Iraqê û emîrê DAIŞ`ê yê bi navê Mihemed Abdurehman Şerîf Debax yê ku ji Cezaîrê ye, girtine.   Xebatên nûkirina belgeyên niştecihên li kampê jî berdewam dikin. Operasyon di roja 5`emîn de dewam dike.