‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’ 2021-04-01 12:29:50   AMED - Duh bi şev li Licê mala Mehmet Şah Bozkûş ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî ye li ser hev du caran hat gulebarankirin. Leyla Bozkûş diyar kir ku hêj qalikên guleyan li erdê ne û tu rayedarek dewletê neçûye lêkolînê.    Duh bi şev li gundê Mişirfa navçeya Licê mala Mehmet Şah Bozkûrt ê di 9’ê çile de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin li ser hev du caran bi sîlehên otomatik hat gulebarankirin.    'ÊRIŞEK BI ZANEBÛN E’    Keça Bozkûş, Leyla Bozkûş derbarê êrişê de agahî da ajansa me û da zanîn ku duh piştî ceyran qût bû du caran mala wan hatiye gulebarankirin û got: “Em 6 kes li malê bûn. Baş e ku kes ji me birîndar nebû. Piştî ku trafo danîn du kesan bi sîlehan êrişî mala me kir. Vê bûyerê 3 kesan bi zanebûn pêk aniye.”    ‘KES JI QEREQOLÊ NEHATIYE’    Bozkûş anî ziman ku di navbera wan û tu kesî de xisûmet nîne û ji duh bi şev ve heta niha tu rayedarek dewletê ji bo lêkolînê neçûye mala wan. Bozkûş destnîşan kir ku hêj qalikên guleyan li erdê ne û got: “Duh bi şev em li Qereqola Cendirmeyan a Hezanê geriyan, gotin em ê sibê werin, lê hêj nehatine. Ez bawerin nakim werin. Li hember me pêşdaraziya wan heye.”    Bozkûş diyar kir ku bavê wê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û wan jî xistine ber vê sûcdariyê û banga ronîkirina bûyerê kir.