Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît 2021-04-01 12:35:20   STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku cezayê ji doza sereke ya Ozgur Gundemê re hatibû birîn kêm dît, îtîrazî biryarê kir û xwest ku bersûc  ji her sûcdariyên di îdîanameyê de cuda cuda bên cezakirin.   Danişîna biryarê ya doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin di 15’ê sibatê de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hatibû lidarxistin. Li Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Înan Kizilkaya, Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi komî 20 sal û 10 meh cezayê hefsê hatibû birîn. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku cezayê hatiye dayîn kêm dît, îtîrazî biryarê kir û xwest ku bersûc ji her sûcdariyên di îdianameyê de cuda cuda bên cezakirin.