Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya 2021-04-01 13:27:16 ENQERE - Partiyên muxalefetê têkildarî redkirina teklîfa lêpirsîna ewlehiyê ya li Desteya Meclîsê hat redkirin daxuyanî dan û gotin: “Maç qediya û gol bû.”    “Teklîfa Qanûna Lêkolînê û Lêpirsîna Ewlehiyê” ku ji aliyê AKP’ê bi 18 xalan ji bo kesên bigirin wezîfeya cemaweriyê hat amadekirin li Desteya Meclîsê bi dengên partiyên muxalefetê hat redkirin. Têkildarî redkirina vê qanûna teklîfê Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Cîgirê Serokê Koma Partiya Îyî Musavat Dervîşoglû û Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.    ‘DI DEQÎQEYA 90’Î DE GOL BÛ’    Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dengdayînek hatiye redkirin wê ji nûve neyê rojevê û wê li dijî teklîfên wiha derkevin û got: “Îradeya muxalefeta demokratîk duh pir eşkere derket holê û bi ser ket. Maç 90 deqîqe ye û di deqîqeya 90’î de gol bû. Niha jî zîhniyetek ku dixwaze vê golê bike ofsayt û xera bike lê em ê teqez destûrê nedin.”    DERVÎŞOGLÛ: DIVÊ HÛN RÊZ NÎŞAN BIDIN    Musavat Dervîşoglû jî destnîşan kir ku divê grûba AKP’ê hurmetê nîşanî biryarek wiha ya parlamentoyê bide û ev neçariyek destûra bingehîn e. Dervîşoglû got di nav AKP’ê de jî yên ji vê teklîfê aciz in hene.    OZEL: DIXWAZIN LI DIJÎ XEBITÎNA MECLÎSÊ DARBE PÊK BÎNIN    Ozgur Ozel jî anî ziman ku AKP dixwaze rasterast li dijî xebitîna Meclîsê darbeyê pêk bîne û lê wê destûrê nedin vê yekê. Ozel destnîşan kir ku piştî teklîf hatiye redkirin grûba AKP’ê dîsa xwestiye ji nûve dengdayînê bike û got: “Hûn pir bin hûnê werin, hûn tunebin hûnê encamê qebûl bikin. Heke hûn nehatibin wê eywanê û we wezîfeya xwe pêk neanîbe divê hûn encamê wê qebûl bikin. Heke hûn dibêjin ‘Wey wê Tayyîp beg me tune bike’ wê jî hûn bifikirin. Em jî dibêjin maç qediyaye û gol bûye.”