Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin 2021-04-01 14:07:58   AMED - Di şerê bi çek ê li navçeya Peyasê derketibû de 3 kes birîndar bûn û 4 kes hatin girtin.   Li Avahiyên TOKÎ ên Memûr-Sen’ê yên li Taxa Talaytepe ya navçeya Peyasê ya Amedê di 26’ê adarê de li malekê şerekî bi çek rû da bû û 3 kes birîndar bibûn. Her sê kesên birîndar bibûn rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Polîsan îfadeyên Ceren A. û Mesût D. ên birîndarnebûyî li Navenda Polîsan girtibûn û berdabûn.    Piştî ku dermankirina Firat G., Îlhan O. û Cîhan O. yên li nexweşxaneyê xelas bûn, bi Mesût D. yê bi fermana dozgeriyê careke din hat binçavkirin re birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê jî ji bo her çar kesan biryara girtinê da.