Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir 2021-04-02 10:22:22 WAN - Yekemîn danişîna doza derbarê 4 jê girtî 5 rojnamegeran de hatibû vekirin, li Wanê dest pê kir. Destûr hat dayîn ku tenê 4 rojnameger danişînê bişopînin. Rojnamegerên beşdarî danişînê bûn jî telefonên wan hatin girtin.   Yekemîn danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlne û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê  Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin ên piştî 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin dest pê kir. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojnamegerên girtî li girtîgehên lê girtîne û Zeynep Dûrgût jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi Pergala Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn.    RÊXISTINÊN PIŞEYÎ NEGIRTIN HÛNDIR   Hevserokên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan û Dîcle Muftuoglû, Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamya (MGKP) Ayşe Guney, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral, Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqî (MLSA) Veysel Ok, gelek rojnameger û xizmên rojnamegerên girtî ji bo ku beşdarî danişînê bidin, di saetên serê sibê de li ber Edliya Wanê kom bûn.    Dadgehê bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, tenê destûr da 4 rojnameger danişînê bişopînin. Destûr nehat dayîn ku nûnerên rêxistinên pîşeyî û xizmên rojnamegeran beşdarî danişînê bibin.   Rojnamegerên beşdarî danişînê bûn jî, telefonên wan hatin girtin.