Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin 2021-04-02 11:18:14 WAN - Di danişîna darizandina 5 rojnamevanan de dadgehê deriyê eywanê rada. Di navbera parêzeran û dadgehê de rageşî qewimî. Rojnamevan Adnan Bîlen ê kêlî bi kêlî axaftina wî hat birîn wiha got: “Darizandina li vir tê kirin, darizandina tevahî rojnamevanên muxalîf e.”   Danişîna ewil a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin.    BÎLEN: ROJNAMEVANÎ TÊ DARIZANDIN    Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. Ewilî rojnamevan Adnan Bîlen parastina xwe kir. Bîlen destnîşan kir ku ev doz doza darizandina rojnamevaniyê ye û got: “Darizandina li virt ê kirin, darizandina tevahiya rojnamevanên muxalîf e. Wê ev darizandin bibe dîrokî.” Di vê navberê de serokê dadgehê bi gotina “tiştên têkildarî xwe vebêje, her kes dizane” mudaxileyî axaftina Bîlen kir.    Bîlen destnîşan kir ku 20 sal in ew rojnamevan e û wiha got: “Ez heta niha bi rewşek wiha re rûbirû namam. Beriya niha jî ez bi girtina hin wêneyan hatibûm darizandin. Di îdianameyê de hatiye nivîsandin ku em nexwedî kartên zer in. Karta zer karta akredîteyê ye. Serokatiya Ragihandinê di 4 mehan de kartên 680 rojnamevanan betal kir. Çapemeniyê biyanî ya li Tirkiyê ji sedî 90’ê wê welat terk kir. Li Tirkiyê karta zer a çapmeniyê ya bi deh hezaran rojnamevan nîne. Ji sedî zêdetir endamên Cemiyeta Rojnamevanan a Gola Wanê hene lê li vir tenê karta zer a çapemeniyê ya 12 kesan heye. Serokatiya Ragihandinê di doza betalkirina rêziknameya kartên çapemeniyê de gotibû nenaskirina kart lê di wesfa hêzankirinê de ye.”    'EM JI AZADIYA XWE DÛR MANE’    Bîlen destnîşan kir ku ne nûçegihan polîtîkaya weşanê ya ajansên lê dixebitin diyar dikin û wiha got: “Ez û hevalên min ê niha tên darizandin, em ji tiştên me kiriye berpirsiyar in. Em nûçegihan in. Em ji weşana ajansê ne berpirsiyar in. Li Stenbolê navenda ajansê heye, desteya weşanê heye. Ez dixwazim dawî li girtina min were. 6 meh in em girtî ne. Bi mehan e me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin. Di vê pêvajoya pandemiyê de em ji azadiya xwe, ji karê xwe û ji malbatên xwe dûr man. Ez dixwazim li tavilê ev neheqî bi dawî bibe.”    Balkêş bû ku serokê dadgehê li pey hev mudaxileyî parastina Bîlen kir.    DADGEHÊ DERÎ RADA    Di kêliya parastina Bîlen de Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar xwest bikeve hundirê eywana danişînê. Lê belê ji ber ku dadgehê derî radabû Ûçar nikaribû bikeve hundir. Pişt re Ûçar berdan hundir.    Serokê dadgehê xwest li eywanê hejmara parêzeran kêm be. Li ser vê yekê di navbera parêzer û şandeya dadgehê de rageşî qewimî. Serokê dadgehê kêliyek dem kurt eywanê terk kir û pişt re dîsa hat.    Danişîn bi parastina rojnamevan Nazan Sala berdewam dike.