Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin 2021-04-02 12:08:54 WAN - Rojnamevan Nazan Sala ku ji îşkenceya li du welatiyan hatibû kirin û jê tê darizandin ji serokê dadgehê re got: “Li welatekî heke çapemenî ne azad be, kes ne azad e. Hûn jî nikarin azad bin.”    Danişîna ewil a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin.    Piştî parastina rojnamevan Adnan Bîlen, rojnamevan Nazan Sala parastina xwe kir.    SALA: MERIV NE BI KARTA ZER DIBE ROJNAMEVAN    Sala destnîşan kir ku ew ji ber xebatên rojnamevaniyê tê darizandin û got: “Ev 15 sal in rojnamevaniyê dikim. Di îdianameya hatiye amadekirin de nebûna kartê zer a çapemeniyê hêcet hatiye nîşandan. Ev yek nayê qebûlkirin. Di navbera salên 2010- 2017’an de karta min zer a çapemeniyê hebû. Lê di 2017’an de rojnameya ez lê dixebitîm bi KHK’ê girtin û kartê min betal bû. Li ser karta zer tê nirxandin ka ez rojnamevan im an na. Meriv bi karta zer nabe rojnaemvan.”    Sala anî ziman ku ew piştî hilbijartina xwecihî ya 2019’an li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di yekîneya çapemeniyê de midur bûye û wiha got: “Piştî qeyûm danîn ser şaredariyê dawî li karê min anîn. Min serî li dadgehê da. Di vê navberê de min rojnamevaniyek serbixwe kir. Ez li ajansek yasayî ku gelek nûnertî û nûçegihanên wê hene xebitîm. Ez di doza xwe de bi ser ketim û paş de vegeriyam kar. Pişt re jî ez hatim girtin. Heke bi ser cihê karê min de digirin divê bi ser şaredariyê de bigirtina.”    ARŞÎVA ROJNAMEYAN JÎ KIRINE SÛC    Sala got gelek nûçeyê wê çêkirine li ber çavan nehatine girtin û bi taybet hin nûçe bijartine û kirine îdianameyê û vê yekê rexne kir. Sala destnîşan kir ku di serdegirtina mala wê de polîsan dest daniye ser arşîva rojanmeyên li malê û wiha got: “Arşîvek min a hejmarên ji salên 2010-2016’an pêk tê hebû. Van jî wek sûc li îdianemyê zêde kirine. Ji bo rojnameyan jî biryara berhevkirinê nîne. Tiştek gelek asayî ye ku arşîva rojnamevek hebe.”    Sala anî ziman ku wê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî heta îro nêzî 300 twîtan belav kiriye û ji mijarên îstîsmarkirina zarokan bigire heta cînayetên kar li ser gelek mijaran twît belav kiriye û lê dozger bi qestî tenê çend twîtan bijartiye û kiriye delîltiya sûc.    ‘HÛN JÎ NE AZAD IN’    Serokê dadgehê axaftina Sala girî û got: “Tiştên bibin sûc nekeve navê.” Lê Nazan Sala parastina xwe berdewam kir û wiha got: “Heke lêkolînek pir cidî bihata kirin, wê bihata dîtin hin parvekirin ne yên min û tenê min etîket kirine. Dixwazin ji van sûc çê bikin. Ev şeş meh in em di girtîgehê de ne. Ez berê emeliyat bûbûm. Divê dermanên xwe bixwim. Ez bi nexweşînan re rûbirû me. Ez li qawîşan bi alîkariya hevalên xwe dikarim li bijîm. Mudaxilek li dijî rojnamevanan bi taybetî jî li dijî rojnamevanên kurd mudaxileyek heye. Li welatekî heke çapemenî ne azad be, tu kes ne azad e, hûn jî nikarin azad bin. Ez berdana xwe dixwazim û werim beraetkirin.”    Di kêliya parastina Sala da Parlamenterê Serbixwe Ahmet Şik jî beşdarî danişînê bû.    Danişînê bi parastina Şehrîban Abî, Cemîl Ûgûr û Zeynep Dûrgût berdewam kir.