Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne 2021-04-02 17:12:38   AMED - MED-DER’ê ji bo ku balê bikişîne ser zexta li ser zimanê kurdî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bila rayedarên dewletê baş zanibin ku êdî gelê kurd ji gotinên derewîn û xapînok ên ku dibêjin em wekhev in, bawer nakin.”   Komeleya Lêkolînê ya  Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo balê bikişîne ser zextên li ser zimanê kurdî li ber deriyê saziya xwe daxuyaniyek da. Tora Çand û Zimanê Kurdî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Tevgera Jinên Azad(TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Baroya, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya 78'an, Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Egîtîm Sen’ê başdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye!” hat vekirin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan ve hat xwendin.   POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ   Kan, diyar kir ku êdî binpêkirina maf û azadiyan li welatên demokratîk û pêşketî wekî şermeke mezin tê dîtin û got: “Piştî dem û serdemên dirêj û dijwar, nîha mirovahiya hemdem a sedsala 21'emîn gihîştiye pêşketina hêmana maf, azadî demokrasiyê. Lê ziman, ji ber ku ji van maf û azadiyan hêmana herî girîng û bingehîn e, di heman demê de tê wateya nasnameya gel û neteweyan jî zext û qedexeyên li ser ziman wekî sûcê li dijî mirovahiyê tên dîtin. Ev 98 sal in ku zarokên kurd ji avabûna komarê, heta vê demê ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û li ser zimanê kurdî polîtîkayên pişaftinê yên herî tund û hovane tên meşandin.”   'HIKÛMET HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE'   Kan, destnîşan kir ku ferman û telîmatên hikûmetê ji bo makezagona bingehîn hatine dayîn nêzîkatiya hikûmetê ya hiqûqê bi zelalî li ber çavan radixe û got: “Bi van pêkanînan baş tê dîtin ku hemû gotinên rayedarên dewletê yên 'em xwişk û birayên hev in û wekhev in', derew in û ji bo xapandina gelê kurd û hemû gelên vî welatî ne. Li aliyekî dibêjin demokrasî, maf û azadî, li aliyekî jî polîtîkayên bişaftin û înkarê li ser Gelê Kurd kûr dikin. Di binpêkirina maf û azadiyan de tu hiqûqê navneteweyî nas nakin, heta ku hiqûqa xwe jî binpêdikin.”   'HELWESTA DADGEHÊ TÊ WATEYA HEQARETÊ'   Kan, bal kişand ser danîşîna dawî ya berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî û got: “Berdevka demî ya TJA rêzdar Ayşe Gokkan; ligel ku mafê wê ye, bi berdêlên giran hatiye bi destxistin û bi caran vî mafî bikar aniye jî, di danişîna wê ya dawî de daxwaza wê ya 'Parastina bi zimanê dayikê' ji aliyê heyeta dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û ji vî mafê xwe yê zagonî bêpar hatiye hiştin. Birêz Ayşe Gokkan jî vê bêhiqûqiya dadgehê protesto kiriye û îfade nedaye dadgehê. Em, ji ber vê helwesta wê ya bi rûmet rêzdar Ayşe Gokkan pîroz dikin û di kesayetiya wê de ji tevahiya girtiyan re silavên xwe dişînin û wekî jinên kurd dibêjin: ev helwest û nêzîkatiya dadgehê li jinan û tevahiya Gelê Kurd heqaret e û tê wateya înkar û tune hesibandina Gelê Kurd.”   Kan, bal kişand li ser zextên girtîgehan ên di warê ziman de jî û axaftina xwe bi vî awayî domand: “Li gorî agahiyên dawî ku girtiyên siyasî yên Tîpa D ya Amedê dane malbatên xwe, ji ber ku girtî di navbera xwe de bi kurdî axivîne, rastî êrîşa rêveberiya zindanê û gardiyanan hatine û îşkence li girtiyan hatiye kirin. Girtiyan jî, ji bo vê pêkanîna hovane, rêveberiya zindanê protesto kirine, derneketine hevdîtinê û diyar kirine ku ji niha pêve jî, dê dernekevin hevdîtinan. Ev pêkanîn jî zext, zor û pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bi zelalî nîşan dide û li ber çavan radixe. Bila rayedarên dewletê baş zanibin ku êdî Gelê Kurd ji gotinên wan ên derewîn û xapînok ên ku dibêjin em wekhev in, em êdî jê bawer nakin. Heke em birayên hev in, xwişk û biratî nîşaneya wekheviyê ye. Ji ber vê jî di serî de Gelê Kurd, divê hemû gelên vî welatî xwedî maf û azadiyên wekhev bin.”   Kan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wekî hemû gelan, ji bo Gelê Kurd jî ziman kesayet e, nasname ye, nîşaneya statuya siyasî û nasnameya azad e. Çand û ziman, ji bo hemû gelan nirx û rûmetên bingehîn in. Heke bikaranîna van nirxên bingehîn ên welatîbûnê jî ji Gelê Kurd re zêde bên dîtin, gelê kurd xwişk û biratiya derewîn naxwaze, qebûl nake. Em van konetî, bêbextî, dirûtî, bêhiqûqî û rûreşiyên hikûmeta heyî bi tûndî şermezar dikin û dibêjin: Gelê Kurd û jinên kurd, dê tu car li hemberî van pêkanînên înkar û tune hesibandinê çok daneynin û serî netewînin. Heta ku van nirx û rûmetên ku mafên herî rewa û xwezayî ne, bidest bixin, heta ku daxwaza Gelê Kurd a; 'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê' pêk were, dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya rewa û mafdar bî biryardarî  bidomîne.”