Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir 2021-04-03 09:14:01 ŞIRNEX - Gundê Midunê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ku ji aliyê Sûryaniyan ve tê bi rêveberin ji 3 gundên Suryaniyan yek e. Dayika Seydîm Dogankilic der barê kar û barê gundê xwe de axivî û got: "Li vir kar zêdetir li ser milê me jina ne. Lê em bi keddayînê kêfxweş dibin."   Di 15‘ê Hezîrana 1915‘an desthilatdariya Osmaniyan li dijî bajar û gundên Suryanî, Asûrî û Keldaniyên herêmê komkujiyên herî hovane pêk anîn. Qirkirin bi armanca pişavtin û koçberkirina gelên herêmê ji cih û warên wan ên dîrokî kiribûn. Lê di dema ku dewletên mezin bi şerê cîhanê yên yekemîn re mijûl dibûn, hikûmeta Osmaniyan jî, li herêmê bi qirkirina gelên ku xwedî bawerî û nêrînên cuda re eleqeder bû. Di encama qirkirinê de herî zêde 75 hezar kes ji jin, zarok û ciwanên Suryanî, Asurî, Keldanî û Ermeniyan hebûn, hatin qetilkirin û gundên wan hatin dagirkerkirin. Lê gelek gundên ku ji Suryaniyan pêk dihatin, tevî hemû zext û êrişên Osmaniyan jî xaka xwe terik nekirin û heta roja me ya îro jî gundên wan ava ne.   Li navçeya Hezex a Şirnexê ku heta salên 1964'an jî yek misilman tê de tunebû û hemû Suryanî bûn, di 50'î salên dawî de nifûsa gelê Suryanî ketiye bin 390 malan û tenê 3 gundên Suryaniyan mane. Yek ji van gundan jî, gundê Midun yê Hezexê ye. Li vî gundî xanî hemû bi kevir hatine avakirin. Di gund de, cihê herî pîroz dêra wê Mor Yakup a ku 1625 salî ye. Dêrê tiştek ji bedewî û xweşikbûna xwe winda nekiriye. Gundê Suryanan ê ku piranî kal tê de dimînin, ciwanên wê di zivistanê de diçin Ewropayê û havînê jî, ji ber kar û barê gund berê xwe didin cih û warê xwe. Her wiha li gundê Midunê gundî li ser tirî debara xwe dikin. Di gund de, tirî tê wateya nan, ked û şarabê. Rez di demsala biharê de tê kezaxtin û di payîzan jî berhem tê komkirin. Ji tiriyê ku tê komkirin, dims, bastiq û benî tên çêkirin.   DI GUND DE TENÊ SURYAN HENE   Jina 73 salî Seydîm Dogankilic a ku li vî gundî ji dayîk û mezin bûye, qala gundê xwe ji me kir. Dogankilic, anî ziman ku di gund de jiyana wan bi xebatê didome û wiha axivî: "Ji fermanê û vir ve gundê me sedsal bêtirin ava ye û misilman neketine gundê me de. Jiyana me ya berê pir xweş bû. Di berê de me gelek tişt bi çavên xwe dît. Li ser me zext û zordarî pir hebûn. Lê li tevî hemû tunekirin, tunehesibandin, zext û êrişan me warê xwe terik nekir. Berê em her tim tune dihatin hesibandin. Lê dîsa jî me dev ji xaka xwe û warê xwe berneda. Li gund 50'î mal hene. Em bi cotkarî û çandiniyê debara xwe dikin. Gundê me xweş e. Di gundê me de tenê Suryan hene. Ji ber vê jî em bi awayeke azad dijîn. Kesek mudexeleyî jiyana me û baweriya me nake. Ji bo ku em van rojan bibînin me gelek hewl da û em heta roja îro hatin. Jiyana me ya rojane bi kar derbas dibe. Li vir jî kar zêdetirin li ser milê me jinane. Lê em bi keddayînê kêfxweş dibin."   'EM ZIMANÊ WE DIZANIN LÊ HÛN Ê ME NIZANIN'   Dogankilic, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û diyar kir ku ji ber polîtîkayên koçberiyê gelek Suryanî di warê ziman de, asîmîle bûne. Dogankilic, bal kişand ser xweşiya gundê xwe û wiha bilêv kir: "Bi hatina biharê re em rezên xwe dikezixinin û derman dikin. Dîsa em dexil diçînin. Ji berê de, karê me ev e. Ev me kêfxweş dike. Li gundê me ji ber êrişan gelek kes koçberî Avrupayê kirin. Ji ber ku em li ser axa xwe ne em bi çanda xwe dijîn. Qasî ku ji destê min bê, ezê heta dawiya emrê xwe li ser xaka xwe bim. Tu hêz nikare min ji xaka min dur bike. Niha li seranserê cîhanê zimanê Suryanî pir kêm tê axaftin. Em jî hewl didin ku ziman, çand û kevneşopiya Suryanî tune ne bin. Çima em tirkî dizanin, kurdî jî dizanin, lê hûn Suryanî nizanin? Gelek Suryaniyên ku çûne Avrupayê zimanê bi Suryanî na axivin. Tu ziman weke zimanê dayikê şirîn nine. Divê mirov her tim û bi her awayî bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin herkes bi zimanê xwe biaxive. Kesên ku ji vir derbasî Avrupayê dibin, Suryanî xeber nadin û ev jî dibe sedema tunebûna ziman. Tu tişt ji zimanê mirov şirîntîr nine. Mirov bi zimanê xwe heye. Em jî dixwazin li ser xaka xwe bi zimanê dayikê bijîn."   MA /Zeynep Dûrgût