Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir 2021-04-03 14:18:30   ÎZMÎR –  Li Îzmîrê polisan bi ser malan de girt û 7 kesan binçav kirin.    Li navçe û navenda Îzmîrê polisan bi ser malan de girt û 7 kesan binçav kirin. Navê kesên ku hatine binçavkirin nehat hînbûn. Tê gotin ku 3 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî bi angaşta “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û 4 kes jî ne diyar e ku bi çi hincetê hatine binçavkirin.