Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin 2021-04-03 14:34:57   ŞIRNEX – Li navçeyên Cizîr, Hezex û Sîlopî yên Şirnexê 72'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.      Li navçeyên Cizîr, Hezex û Sîlopî yên Şirnexê, bi pêşengiya HDP’ê 72'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bernameyên cuda hat pîrozkirin. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê, bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Dayîkên Aşitiyê, ji bo 72’emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gundê Rûbar dar danîn.    '4'Ê NÎSANÊ VEJÎNA GELÊ KURD E'    Beriya danîna daran parlementera HDP'ê Nûran Îmîr axaftinek kir û ev tişt got: “4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke biwate ye. Gelê kurd bi hebûna birêz Ocalan ji nû ve ji dayik bû. Rojbûna me bi hebûna birêz Ocalan biwate bû. Bi salan e gelê kurd têkoşîn dide. Çareserkirina pirsgirîka kurd bi birêz Ocalan pêkane. Bi muxateb girtina birêz Ocalan çêdibe. Birêz Ocalan heta emrê xwe yê 72'an jî di nav têkoşînê de cihê xwe girt û ji ber wê bû Rêberê Gelê Kurd. 4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e, vejîna hemû gelan e. Rojbûna te pîroz be birêz Ocalan.”   Bername bi girtina govendê û bi gotina klaman bi dawî bû.   Her wiha li navçeyên Hezex û Silopî jî ji bo rojbûna Ocalan bernameyên cuda hatin lidarxistin û bi beşdariya gelek kesan rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.