ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-04 09:00:03 * Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de çû Îmraliyê. Hikûmetê piştî ziyaretên heyetê ji ser Îmraliyê qut kir, pêvajo xera kir. Bi girankirina tecrîda li Îmraliyê, tecrîd li Tirkiyeyê jî belav bû. Ji mirovên aqilmend Celalettin Can, yê di nava heyetên çareseriyê de cih girt diyar kir ku şert û mercên li dijî Ocalan bû nîşangeha demokratîkbûna Tirkiyeyê. * Karkera Sînboyê Dîlbent Turker, anî ziman ku kardêrên ku îro bi destûra bêheq û Kod-29'ê êrîşê dibin ser karkeran, dê sibê bi tiştekî din êrîşê bibin ser wan û bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana karkeran derkevin. Turker, destnîşan kir ku dê êrîş bi berxwedanê berterefkirin.    * Keleha Wanê ku hin deverên wê bi "betonê" hatine restorekirin, hem ji aliyê defînegeran ve tê texrîbkirin hem jî bi çopên kesên serdana wê dikin, derdora wê tê qirêjkirin.    * Esnafên Çarşiya Kemeraltiya Dîrokî ji ber krîza aborî zehmtiyê dikişînin. Esnafan diyar kir ku gelek esnafan dikanên xwe girtine û gotin: "Kes dengê me nabihîze. Ma gava wisa be ê esnaf çawa li ber xwe bide?"    * Akademîsyen Sîbel Ozbûdûn, anî ziman ku îqtidara AKP'ê nava akademiyê vala kiriye û got: "Li holê ne zanist ma ne jî akademî. Niha zanîngeh bi hikmên zilamekî tên birêvebirin."    * Li ser rêya Wan-Miksê aşût çêbûbû û 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî aşûtê her cara ku berf dibare rê tê girtin. Rêwî û ajovanên ji ber vê mexdûr dibin, dixwazin tevdîr bên girtin û rê tim vekirîbe.    * Jinên ku nerazîbûna xwe ya li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê anîn ziman gotin: "Ji jinan ditirsin." Jinan, detnîşan kir ku heya mafê xwe bi dest nexin dê li kuçeyan bin.    * Şafî Hayme ku kurê wî Mehmet Hayme heya niha li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek caran ketiye greva birçîbûnê, diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazine hiqûqî ne û divê tecrîd bi temamî bê rakirin.    * Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê tevî TJA'yê di meha Nîsanê de li Wan û Amedê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê meşeke hevpar li dar bixe.    * Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê Fehîme Sarûhan, ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girtin û 2 hezar cezayê pereyê mesrefa dadgehê lê hat birîn.   * Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 27'emîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.