Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir 2021-04-04 12:59:18 RIHA – Malbata Şenyaşar çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 27'an de berdewam dike. Dayik Emine Şanyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarîbû îro tev li nobetê bibe. Malbatê li ser hesabê medya înternetê bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û xwest dengê wan bibihîzin.    Malbata Şenyaşar bi armanca daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman, 27 rojin li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê "nobeta edaletê" berdewam dike. Îro Emîne Şenyaşar a 2 lawê wê û hevjînê wê hatin kuştin, ji ber nexeşiya xwe tev li çalakiyê nebû. Lawê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar ê di êrişa AKP'iyan de birîndar bûbû bi tena serê xwe tev li "Nobeta Edaletê" bû. Malbata Şenyaşar li ser hesabê medya înternetê daxuyanî dan û bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin. Malbate wiha gotin: "Wezirê DADÊ Gul got 'Xaltiya me Dursune ji ber nekaribu biçe danişînê li mala wê îfadeya wê hat girtin. Gul bila banga dayika 65 salî Emine ya ji bo edaletê 27 rojin li pêş Edliyeyê nobetê digire jî bibhize û tiştekî ji bo wê jî bêje."    XIZMÊN WEKÎLÊ AKP'Ê JI MALBATA ŞENYAŞAR 3 KES KUŞTIBÛN    Xizmên wekilê AKP’ê Îbrahim Halil Yildiz beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê di 14'ê Hezîrana 2018'an de êrişî malbata Şenyaşar kiribûbûn. Di êrîşa bi çekan de bav Hacî Esvet û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar li cihe kar û nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê li pêş çavê polîs, walî û qeymeqam kuştibûn.