Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin 2021-04-04 21:24:36 MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê hilbijartina xwe pêk anî û Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya baroyê hat bijartin.  Ji ber ku Qanûna Pir Baroyan di Meclîsê de hat qebûlkirin, Baroya Mêrdînê neçar ma ji nû ve hilbijartinê li dar bixe. Ji ber pandemiyê hilbijartin ango kongreya baroyê hatibû taloqkirin. Baroya Mêrdînê hilbijartina xwe îro li dar xist û di hilbijartinê de 414 deng htin bikaranîn. Di encama hilbijartina pêk hat de serokê heyî Îsmaîl Elîk bi 253 dengan ji nû ve ji bo serokatiya baroyê hat bijartin. Rikberê Elîk, Zeyneddîn Vûral jî 161 deng wergirt.