Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin 2021-04-05 08:56:43 AMED -Polîsan li Amedê bi ser Komeleya Jinan a Rosayê û gelek malan de girtin. Hat destnîşan kirin ku gelek kes hatin binçavkirin.  Li navçeya Peyasê ya Amedê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin. Lêgerîna polîsan a li komeleyê dewam dike. Polîsan di heman de bi ser gelek malan de jî girtin. Hat diyarkirin ku Dayika Aştiyê Nezahat Teke û gelek kes hatine binçavkirin. Derbarê hinceta bi serdegirtina komeleyê û malan de, tu agahî nehat bi dest xistin.    Komeleyê li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê, derbarê serdegirtin û binçavkirina de ev peyam parve kir: "Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em li vir in em ê li vir bin."