Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin 2021-04-05 09:01:33 AFYON - Li Afyonkarahîsarê Ş.C.K. ê 16 salî yewmiya xwe ji her du patronên xwe dixwaze. Herdu patron li zarok didin. Derbarê bûyerê de îdianame hat amadekirin û 6 sal cezayê hepsê jê re hat xwestin. Dayika zarok Tulay Taşpinar bertek nîşan da û got. “Edalet li ku ye?”  Li Afyonkarahîsarê Ş.C.K ê 16 salî ku li dikana masîfiroşan ku lê dixebitî di 7’ê adarê de ji patronên xwe Arîf A. û A.S. 200 lîre yewmiya xwe xwest. Herdu patronan nêzî 5 saetan li zarok dan û laşê wî reş û şîn kirin. Têkildarî bûyerê doz hat vekirin û îdianameyê dozê amade bû.    Li gorî îdiayan; Ş.C.K. bi xwediyê kar Akîf A. (34) û Alî S. (29) re telefonê diaxive û ji bo 200 lîre yewmiya xwe werbigire li hev dikin ku biçe dikanê. Xwediyê ji zarok dixwazin wê rojê bi yewmiya xwe bixebite. Di saetên êvarê de di navbera wan de nîqaş derdikeve û xwediyên kar derî li ser karkerê biçûk digirin û bi dar û şîşan lê didin û ev lêdan 5 saet didome. Ş.C.K. firsetê dibîne û ji destê wan direve û bi hewldana ewlekarê sîteyekê wî bi ambulansê wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonkarahîsarê.    JI ÎŞKENCEKARAN YEK HAT GIRTIN    Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin serê karkerê biçûk şikestiye, milê wî deriziye û di laşê wî de şopa îşkenceyê hebûye. Li ser vê yekê herdu xwediyên kar Akîf A. û A.S. tên binçavkirin û li xwe mikûr tên li karker dane. Herdu xwediyê kar îdia dikin ku Ş.C.K. 4 hezar lîre pereyê wan diziye.    Akîf A. hat girtin û A.S. jî bi şertê kontrola edlî tê berdan. Serdozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê lêpirsînê vedike û ji sûcê “tundî, gef û hîle bikar anîne û kes ji azadiya wî bêpar hiştine” îdianame amade kir û di navbera 4-14 salan de cezayê hepsê daxwaz kir.    JI BO ZAROK JÎ ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN    Li ser giliyê Akîf A. derbarê Ş.C.K. de bi sûcdariya “diziyê” lêpirsîn hat destpêkirin. Di îdinameya bo zarok de hat amadekirin di navbera 2-6 salan de cezayê hepsê hat xwestin. Dadgeha Cezayê Asliye herdu dosyeyan kir yek û doz vekir.    Dayika Ş.C.K. Tulay Taşpinar a wê hevjînê xwe dev ji hev berdane û bavê wî Ozkan Kavecîgîl bertek nîşanî îdianameya hatiye amadekirin dan.    ‘EDALET LI KU YE’    Tulay Taşpinar da zanîn ku lawê wê bi îstîsmara zayendî re rûbirû maye û ji ber travmaya bi serê lawê wê de hatiye her şev ditirse nikare rakeve û bi îdiaya diziyê îftîra li lawê hatiye kirin. Taşpinar diyar kir ku bi hêrsa kuştinê li lawê wê dane û 5 saetan lê kirine. Taşpinar got tevî ku ev tişt hemû qewimî ne jî niha dixwazin ceza li lawê wê bibirin û got: “Edalet li ku ye?”    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’    Bavê Ş.C.K., Ozkan Kahvecîgîl jî anî ziman ku lawê wî di xew de her tim dibêje “keko li min nedin keko” û yên wî anîne vê rewşê divê werin cezakirin. Kahvecîgîl got: “Çi edaletek xweş e. Xwestina cezayê ji bo lawê min çawa dibe edalet. Em edaletê dixwazin.”    MA / Nacî Kaya