Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike 2021-04-05 11:04:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel, ji bo ku tecrîd bi dawî bibe ji Wezareta Edaletê re name nivîsand û ev tişt got: “Siyaseta neçareseriyê, berdewamkirina tecrîd û îzolasyonê wê qrîzê kûrtir bike.”   Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Tîpa F a  Hejmara 1 a Kandirayê girtî ye, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji Wezareta Edaletê re name nivîsand. Di nameya ku roja 23’ê adarê hatiye şandin de Tuncel, daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a sala 2019’an ku gotibû, ‘li pêşiya hevdîtinên bi Ocalan re tu astengî nemane’ bi bîr xist.    Tuncel, di nameya xwe de bal kişandiye ser siyaseta neçareseriyê ya Pirsgirêka Kurd û destnîşan dike ku ev neçareserî dibe sedema qrîzên civakî, aborî û siyasî û ji bo çareseriyê weke navnîşan Îmraliyê nîşan dide. Tuncel, diyar dike ku daxuyaniyên li ser medya civakî yên derbarê ewlehiya jiyana Ocalan de nav raya giştî bûne sedema gumanan û xwestiye ku demildest malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk bînin.    Kurteya nameya Tûncel wiha ye: “Divê maf û azadiyên bingehîn ji bo hemû welatiyan bi awayekî wekhev bên pêkanîn. Hiqûqa taybet ji kesan re nabe divê nebe. Lê li Girtîgeha Îmraliyê 21 sal in hiqûqeke taybet tê pêkanîn. Devlet pêwistiya qanûn û Destûra Bingehîn pêk nayne. Pêkanîn li Girtîgeha Îmraliyê veguherîne îşkenceyeke sistematik. Ev pergal her roja ku derbas dibe girantir dibe û didome. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) jî li Îmraliyê lêkolînan kiriye û qebûlnekirina vê pergalê ji hikûmeta we re ragihandiye. Li şûna bi dawîkirina vê pergalê hikûmeta we îşkence û îzolasyonê kûrtir kiriye û mafên qanûnî û Destûra Bingehînî yên Birêz Ocalan ji aliyê wezareta we ve hatine astengkirin.    BILA BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTIN BIKE   Di pêvajoya pandemiyê de ne malbat ne jî parêzerên Birêz Ocalan bi tu awayî agahî jê nagirin. Di vê mijarê de Malbata  Birêz Ocalan û gelê kurd fikarên mezin dijîn. Li ser medya civakî jî derbarê ewlehiya jiyana Birêz Ocalan de angaşt hatin parvekirin. Vê derbarê de daxuyaniyeke ku malbat û raya giştî qanih bike nehat dayîn. Derbaskirina van gumanan di berpirsyariya hikûmet û wezareta we de ye. Ji ber vê divê demildest Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Pergala îşkenceya Îmraliyê, li pêşiya çareserkirina demokratîk a Pirsgirêka Kurd, çareseriya aştiyê û aştiya civakî astengiya bingehîn e.    ENCAMA DIJBERIYA KURD QRÎZ E   Di şexsê Birêz Ocalan de aştî û vîna pêkve jiyanê ya gelan tê tecrîdkirin. Navenda dijberiya kurd û siyaseta neçareseriyê ya hikûmeta we Îmralî ye. Encama vê polîtîkayê ji Tirkiyeyê re qrîza aborî, civakî û siyasî ye. Siyaseta neçareseriyê, berdewamkirina polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê û tunehesibandina vîna gelê kurd wê qrîzê kûrtir bike. Ji bo ku jinûve avakirina aştî, edalet, azadî û demokrasiyê divê hikûmeta we dest bi diyaloq û muzakereyan bike û polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bi dawî bike.    WÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BIDOMIN   Dema çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera Coelmêrgê Leyla Guven, Wezîrê Edaletê Birêz Abdulhamît Gul, daxuyanî dabû û gotibû, ‘li pêşiya hevdîtinên bi Birêz Ocalan û hevalên wî re tu astengî nînin’. Piştre hevdîtin hatibûn kirin lê ev pêvajo pir dirêj berdewam nekir. Ji ber vê li girtîgeha çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Heta ku polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê bi dawî nebin çalakiya greva birçîbûnê ku di meha mijdarê ya sala 2020’an de hat destpêkirin û ez jî di nav de cih digirim wê bidome.