22 jin li Amedê hatin binçavkirin 2021-04-05 11:33:25 AMED - Li Amedê, polîsan di operasyona serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa û gelek navnîşanan de, nûnerên patiya siyasî jî di nav de 22 jin binçav kirin.   Polîsan di saetên sibê de, bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê dimîne û gelek navnîşanan de girtin. Piştî lêgerîna di malan de hatin kirin, gelek kes hatin binçavkirin.    ÎDÎAYA DOZGERIYÊ    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da.   22 BINÇAV KIRIN   Di serdegirtina malan de, heya niha Aktivîstên TJA'yê Zelal Bîlgîn û Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Endama MYK'a DBP'ê Zeynep Uren, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun Gurbet Ozel, nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, Dayika Aştiyê Nezahat Tekke, endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, Hevseroka HDP'ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg, Şehrîban Zogûrlî û Ruken Bekalp, Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Kan, endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Nûrşen Akbal, Sekretera Jinan a berê ya Şaxa Sendîkaya BTS'ê Bahar Karakaş Ulûg, Sevîm Bîçîcî, Nûrşen Akbal, Ayşan Kanuş Zengin û Leyla Akgul jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin.    DI HEPSA MALÊ DE HAT BIN ÇAV KIRIN   Hat hînbûn ku endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok a hat binçavkirin, di hepsa malê de bû. Ok di hepsa malê de hat binçavkirin.    LÊGERÎNA LI ROSA DEWAM DIKE   Polîsan saet 06.00’ê sibehê bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin, derî şikandin, pergala zengê jê kirin û bêyî ku agahiyê bidin tu rêveberiyeke dest bi lêgerînê kirin. Hat diyarkirin ku polîsan ewil hemû alavên di komeleyê de belav kirine û dûre sererast kirine. Lêgerîna polîsan a li komeleyê hîna jî dewam dike.