Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan 2021-04-05 13:58:02 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F girtî ye, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi  muwekîlên xwe re hevdîtin bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Di 23’ê îlonê de bi hinceta “Nexşerê”yê ku di sala 2019’an de weke zêdeka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên li cem. Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediyaye jî  ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn.   Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.    HEVDÎTIN DI NIVÎ DE HAT BIRÎN   Di serlêdana ku bi daxwaznameyê pêk hat de hat diyarkirin ku piştî hevdîtina herî dawî ya di 3’ê adara 2020’an de bi malbatê re hatiye kirin, di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê Ocalan re hevdîtin hatiye kirin. Ji ber angaştên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûn di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandi bû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatibû birîn.