193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-04-05 20:21:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 42 hezar û 571 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 193 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 42 hezar û 571 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 32 hezar û 456 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 529 hezar û 601.