'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin' 2021-04-06 09:01:10 WAN - HDP'iyan diyar kirin ku partiya wan xwedî mîrateyeke wisa ye ku her cara tê girtin xurtir dibe. HDP'iyan îşaret bi qadên Newrozê kirin û gotin: "Ê çi bikin ji vî gelî?"   Bertekên li dijî îdianameya derbarê girtina HDP'ê de didomin. HDP'iyan, destnîşan kirin ku tiştên bi vî rengî wan xurtir dikin.    ‘DITIRSIN'    Ayşe Eryîgîta HDP'î anî ziman ku girtina partiyan ne tiştekî rast e û gel li dijî vê yekê ye. Eryîgît, bilêv kir ku dewlet ji HDP'ê ditirse, lewma tiştekî wiha dike û xwest her kes xwedî li HDP'ê derkeve. Eryîgît got: "Çid ibe bila bibe, em ê li cem HDP'ê bin."    ‘Ê XURTIR BIBE'    Rêvebirê HDP'a Rêa Armûşê Nadîr Çaki jî destnîşan kir ku ew vîna gel tesîl dikin û ne partiyeke tabelayê ne. Çaki got: "Kesên dixwazin HDP'ê bigirin, propagandaya tunekirina gelekî dikin. Îqtidar ditirse." Çaki, anî ziman ku HDP xwe dispêre mîrateyekê û got: "Berê jî partî hatin girtin û dîtin ku bê partiya siyasî ya kurdî çawa xurt bû. Heger HDP'ê bigirin, ê ji berê xurtir bibe."    Rêvebirê HDP'a Artemêtanê Emîn Aydin jî anî ziman ku partiya wan hêviya jiyaneke nû ye, lewma ji partiyeke siyasî wêdetir e. Aydin, destnîşan kir ku heger HDP bê girtin ê rwşa siyasî û aborî ya welêt pir xirab bibe.    Ê ÇI BIKIN JI EV QAS MIROVÎ?    Rêvbirê HDP'a Artemêtanê Kadîr Çelîk anî ziman ku di Partiya Demokrasiyê (DEP) de ku di sala 1994'an de hat girtin, di nav xebatên ciwanan de cih girtiye. Çelîk got: "Hadê em bibêjin HDP'ê girtin, îja çi bikin ji ev qas gelî? Di Newrozê de quntarên Keleha Wanê, Amedê, Rihayê, Cizîrê dîtin. Em ê xurtir bibin. HDP, ne bêxwedî ye. Ne xem e, em ê partiyeke din vekin. Li Tirkiyeyê siyaset bêyî kurdan ne pêkan e."    Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kenan Şan jî, destnîşan kir ku HDP partiya gel e. Şan, bilêv kir ku siyaseta Tirkiyeyê bêyî HDP nabe û doza derbarê HDP'ê de jî wekî helwesteke "dijminane" pênase kir. Şan got: "Ji sala 2015'an ve bi ser HDP'ê de tên. Niha jî hewl didn wê bigirin. Lê bêfêde ye. Ê siyaseta Tirkiyeyê nikaribe ji bin vî barî rabe. Ji lew re li bara gel, tu beramberiyeke vî tiştî tune ye. MHP'ya ku rayên wê ji yên HDP'ê kêmtir in, radibe doza girtina wê dike. Ev tê wateya, nehesibandina vîna vî gelî."    MA / Dîndar Karataş