Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne 2021-04-06 12:53:06   RIHA – Malbata Şenyaşar ku 29 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin, got ku ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku bi hevokekê daxuyanî bide.   Emîne Şenyaşar ku Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz bi xizm û parastvanên xwe hevjînê wê û 2 kurê wê kuşt bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 29 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digirin. Li gel nexweşiyên xwe jî Emîne Şenyaşar tê ber edliyeyê û dest nobetê dike.   ‘RAYEDAR SERÊ DIGIRIN’   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê videoya Ajansa me ya roja 23’emîn a nobetê ku vê qêrînê “Edaleta we li kudere? Edaleta we bi qasî vî kaxizî ye ku hûn didine pey me. Li Pirsûsê rehet tevdigerin, hûn li pey vî kaxizî ne? Biçin bigirin. Em mirin, ji ber vê dewletê em mirin, ji ber hikûmetê em mirin. Edalet li kudere?”” hatibû parvekirin rettwît kir û ev peyam da: “Têkoşîna me ya EDALETÊ ya li ber Edliyeya Rihayê di 29’emîn de didome. Em li benda daxuyaniya bi hevokekê ya Wezîrê Edaletê ne. Li Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê sûcê mirovahiyê pêk hatiye. Rayedar sergirtina bûyerê didomînin.”