Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin 2021-04-06 14:49:51   ÎZMÎR - Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê, bi munasebeta “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” li Muzeya Çapemeniyê quncikê Apê Mûsa vekir.   Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê (ÎGC), ji bo “6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê daxuyanî da. Keça rojnameger Mûsa Anter ku di 20’ê îlona 1992’an de hat kuştin Rahşan Anter jî beşdar bû. Di daxuyaniyê de serokê ÎGC’ê Mîsket Dîkmen axivî. Mîsket, diyar kir ku fikrên rojnamegerên mîna Ûgûr Mûmcû, Abdî Îpekçî, Çetîn Emeç, Tûran Dûrsûn, Ahmet Taner Kışlali, Metîn Goktepe, Hrant Dînk û Mûsa Anter hêj dijîn û wiha got: “Deynê stuyê me ey ku em navê wan bidin jiyîn.”   ‘EZ BI BÎRANÎNA BAVÊ XWE ŞANAZ IM’   Rahşan Anter jî wiha axivî: “Gotineke bavê min hebû digot ‘Îzmîr jî ya me ye Colemêrg jî ya me ye’. Niha jî gora bavê min li Nisêbînê ye bîranîna wî li vir e. Ez bi bîranîna bavê xwe ya li vir şanaz im. Hêvî dikim ku rojnameger êdî neyên kuştin. Êdî bes e.”   Piştî daxuyaniyê, li “Odeya Rojnamegerên Hatine Kuştin” a muzeyê bi tevlîbûna Rahşan Anterê quncikê Mûsa Anter ji pêşangehê re hat vekirin.