Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin 2021-04-06 15:30:33   WAN – Li gundê Mendan ê navçeya Rêya Armûşê cerdevan Erdal Sozuk mirî hat dîtin.    Erdal Sozuk (34) ku li gundê Mendan ê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê cerdevaniyê dikir, di saetên serê sibehê de mirî hat dîtin. Hin gundiyan angaşt kir ku Sozuk beriya nobetê întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.    Ji bo otopsiye cenazeye Sozuk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.