Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike 2021-04-06 16:01:36   AMED - Piştî ku têkildarî kuştina Hêlîn Şen derbarê polîsê bersûc Abdullah E. de dêstûra lêpirsînê hat dayîn, darizandina hatibû rawestandin wê ji nû ve dest pê bike.   Di 12'ê cotmeha 2015’an de, li navçeya Surê ya Amedê, polîsan bi maşîna zirxî ya bi navê Kobra gule li zaroka 12 salî Helin Hasret Şen barandibûn û ew qetil kiribûn.      Têkildarî bûyerê ji ber ku derbarê polîsê bersûc Abdullah E. de destûra lêpirsînê nedihat dayîn, biryara rawestandina darizandinê wî hat rakirin. Di 24'ê îlona 2020'an de 4'emîn danişîna doza bersûc Abdullah E. li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû dîtin û destûrâ lêpirsînê wî nehatibû dayîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Parêzer Abdullah Zeytûn û Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Ercan Yilmaz ên piştevaniya hiqûqî didin dozê li dijî biryara rawestandina darazê îtîrazî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kiribûn. Piştî ku pêvajoya îtîrazê di 4’ê mijdara 2020’an de hat redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Abdullah E.’yê niha li Miduriyeta Polîsan a Mereşê pêywîrdar e ji Walitiya Amedê xwest ku destûra lêpirsînê bê dayîn. Walitiya Amedê jî derbarê Abdullah E. de destûra lêpirsînê da. Piştî vê biryarê wê di rojên pêş de careke din Abdullah E. bê darizandin.