Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-04-06 16:40:25   EDENE - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê 11 sal berê li Edeneyê hatibû kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn.   Metîn Alataş ê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, bi beriya 11 salan piştî hat kuştin li baxçeyek porteqalan ê Edeneyê bi dareke porteqalan ve daliqandî hatibû dîtin. Alataş di salvegera 11'emîn a kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba hat bibîranîn. Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Seyhanê Enver Guler, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Akdenîzê (AYKAY-DER) Şukran Efeturk, malbata Alataş û hevalên wî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Beşdarvanan wêneyê Alataş û gul danîn ser gora wî.   Hevseroka AYKAY-DER’ê Şukran Efeturk anî ziman ku wê şopdarên têkoşîna Alataş bin. Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mûrad Karakaş jî qala zextên ser çapemeniya azad kir û da zanîn ku wê têkoşîna Alataş ji cihê maye berdewam bikin.    Malbata Alataş spasiya kesên beşdarî bîranînê bûn kir.