Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin 2021-04-06 19:55:13   WAN - Cenazeyê Canan Tan a HPG'î ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 10 mehan li bajarê wê Çardêranê hat veşartin.    Cenazeyê Canan Tan a HPG'î ku di Hezîrana 2020'î de li bejahiya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li goristana bêkesan hatibû definkirin. Malbatê cenazeyê Tanê wergirt û li gundê Dêro yê navçeya Çardêran a Wanê veşart. Eskerên ku gund dorpêç kiribûn, ji xeynî ferdên malbatê destûra tu kesên din nedan ku tevli merasîma veşartina cenaze bibin.