211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-04-06 20:36:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 49 hezar û 584 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 211 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 49 hezar û 584 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 32 hezar û 667 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 579 hezar û 185.