Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye 2021-04-07 09:01:05 WAN - Piştî karesata aşûtê ya li rêya Wan-Miksê ku 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn, hin wezîr hatibûn bajêr. Hat hînbûn ku Şaredarê AKP'î yê Tûşbayê Salîh Akman penêr û hingiv diyarî wezîran kiriye û xelatên ku di dawetan de wekî diyarî dane jî ji budçeya şaredariyê stendine.  Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê Şaredariya Tûşba ya Wanê bi dest xistibû, lê ji ber ku namzetê HDP'ê bi KHK'ê hatibû îxrackirin YSK'ê mazbate nadebû namzetê HDP'ê, dabû namzetê AKP'î Salîh Akman. Rapora Komîsyona Venihêrîna Budçeya Sala 2020'î ya Şaredariya Tûşbayê temam bû. Duh na pêr li meclîsa şaredariyê rapor hat xwendin. Tespîtên endamên HDP'î aşkere kirin ku budçeya şaredariyê hatiye beredayî hatiye xerckirin.    HINGUV Û PENÊR DIYARÎ WEZÎRAN KIRIYE    Di raporê de behsa karesata aşûtê ya par di Sibatê de li ser rêya Wan-Miksê çêbûbû û 42 kesî jiyana xwe ji dest dan û piştî aşûtê hatina wezîran hatiye kirin. Girêdayî vê hatiye diyarkirin ku Akman hinguv û penêr diyarî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca kiriye.    XWARINA DIYANETÊ JI QASEYA ŞAREDARIYÊ    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Şaredariya Tûşbayê û Miftîtiya Bajêr bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan konferansek li dar xistiye û di vê konferansê de xwarin dane 292 kesî û ev xwarin bi 11 hezar TL'yan hatiye kirîn.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji bo Şaredarê AKP'î Salîh Akman wesayîta meqamê û wesayîta parastinê hatine kirêkirin û mehê ji bo van wesayîtan 14 hezar û 500 TL û salê jî 31 hezar û 428 TL hetaiye xerckirin. Ji xeynî vê hatiye diyarkirin ku di 14'ê Sibata 2020'an de 2 fatûre ji bo xwarina taziyeyê hatine çêkirin û 14 hezar û 894 TL hatiye xerckirin û ev pere ji qaseya şaredariyê hatiye derxistin. Lê belê nehatiye diyarkirin ji bo taziyeyên kê hatine xerckirin.   XELAT JI BO DAWETÊN XIZMAN    Di raporê de hatiye diyarkirin ku Akmanê AKP'î çûye hin dawetan û ji budçeya şaredariyê 2 nîvzêr û çaryekek stendiye û diyarî dawetan kiriye. Hatiye destnîşankirin ku ev dawet ên xizmên Akman bûne. Ji xeynî hatiye diyarkirin ku ji bo bernameyeke ku Wezîrê Gihaniyê Adil Karaîsmaîlogûllari beşdarî wê bûye ji bo 142 kesan xwarin hatiye çêkirin û pereyê xwarinê ji qaseya şaredariyê hatiye xerckirin û heqê wê 4 hezar û 949 TL bûye.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku şaredarî bûye aboneyê rojname û ajansên nêzî hikûmetê Yenî Şafak, Mîlat û Yenî Akîtê. Şaredariyê ji bo abonetiyê bi giştî 11 hezar û 700 TL daye û ji bo abonetiya salane ya ÎHA'yê 6 hezar TL daye.    4 XALÎÇE BI 4 HEZAR Û 320 TL    Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku Akman hin xalîçe diyarî hin wezîran û endamên payebilind ên protokolê kirine. 4 xalîçe bi 4 hezar û 320 TL'yî kirîne.    AKMAN: MA 2 KÎLO PENÊR PIR E?    Piştî van tespîtan di civînê de endamên HDP'î îtiraz kirine û ji Akman pirsî ne çima 19 hezar TL perê penêr û hinguv ji qaseya şaredariyê hatiye derxistin. Akman jî gotiye: "Ez ev qasî xizmetê dikim, ma min  kîlo penêr kiriye qey pir e?"    Piştî wî li ser navê koma HDP'ê Ayşe Mînaz jî gotiye: "Madem wisa, te ji bêrîka xwe bistenda. Çima tu bi pereyê gel diyariyan ji hin kesan dikirî. Her wiha kesên di dema karesata aşûtê de hatine te ji wan re diyarî stendine û ji qaseya şaredariyê emsref kiriye. Ev ne ehlqaî û rast e. Ev pere, pereyê gel e. Em naxwazin qurîşek jê jî beredayî bê xerckirin. Ev ne ehlaqî ye."    MA / Dîndar Karataş