Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir? 2021-04-07 09:01:08 WAN - Umît Karaboga ku kurê wî Alî Ammarê 2 salî gava li Nexweşxaneya Zanîngeha Ûlûdagê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku kurê wî ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest daye û giliyê nexweşxaneyê kiriye.  Malbata Karaboga ku li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, di 29'ê Çileyê de kurê wan Alî Ammarê 2 salî li Nexweşxaneya Zanîngeha Ûlûdagê ya Bûrsayê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê îdia kir ku kurê wan ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê giliyê nexweşxaneyê kiriye.    Bav Umît Karaboga, anî ziman ku piştî ku kurê wan nikaribûye xwarinê bixwe ewilî çûne Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê û paşê di 30'yê Hezîrana 2020'î de sewqî Nexweşxaneya Ûlûdagê ya Bûrsayê hatine kirin. Bav Karaboga, diyar kir ku pişt meh û nîekê kateter li kurê wî hatiye xistin û piştî vê jî nava kurê wî werimiye.    DI ODEYA PANDEMIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA    Karaboga, destnîşan kir ku piştî ku îtiraz kirine rontgen hatie kişandin û got: "Ew werimandin 6 mehan dewam kir. Ji bo wê werimandinê aletek lêxistin. Piştî vê rewşa wî xirabtir bû û wî rakirin beşa awarte. Min ji bijîşk pirsî 'ê ew werimandin wisa bimîne?' Bijîşk got 'Em şaşiya bijîşkên din rast dikin.' Hat testkirin, test negatîf bû. Lê dîsa jî wî birin odeya pandemiyê. Wê rojê êvarî jî jiyana xwe ji dest da."    ÎHMALKARÎ   Karaboga, anî ziman ku piştî kurê wî miriye rapor xwstine, lê belê nexweşxaneyê ew eware kirine û gava li "E-Nabiz"ê neriye, dîtiye ku di rojekê de 170 li ser laşê kurê wî hatine kirin. Karaboga got: "Heger bi şewbê ketibe, li enxweşxaneyê pê ketiye. Çimkî 7 meh bûn kurik li wê enxweşxaneyê bû. Testa min û dêya wî negatîf bû. Zarok ji ber îhmalkariyê mir."    Karaboga, bilêv kir ku du caran giliyê Nexweşxaneya Zanîngeha Ûlûdagê kiriye, lê belê heya niha tiştek nehatiye kirin.    Têkildarî mijarê me telefonî Nexweşxaneya Zanîngeha Ûlûdagê kir. Daxwaza me ya ji bo hevdîtina bi serbijîşk re hat redkirin. Beşa Têkilyên Gel jî diyar kir ku qeyda nexweş heye, lê belê bi hinceta "mahremiyeta nexweş" nikarin tu agahiyê parve bikin û heger serlêdaneke malbatê hebe dê ev îdia bên nirxandin.    MA / Mujdat Can