Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin 2021-04-07 10:43:58 COLEMÊRG – Li navçeya Geverê, giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû hat kirin.     Di 1’ê nîsanê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê, polisekî maşîneya zirxî li zarokê 12 salî yê bi navê Nîhat Akdogan qelibandibû û ew birîndar kiribû. Ji ber vê qelibandina maşîneyê piyê zarok şikiyabû. Tedawiya Akdogan li malê didome.   Malbata Akdogan, giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokê wan qelibandibû kir. Bavê Akdogan Abdulkerîm Akdogan ku Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Colemêrgê ye bi parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çobanoglû re serî Serdozgeriya Komarê ya Geverê da.