Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî 2021-04-07 11:54:09   MÊRDÎN - Dadgehê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê zindanê li keşîşê suryan Sefer (Aho) Bîleçen birî.   Keşîşê Dêra Mor Yakûp a Nisêbînê Sefer (Aho) Bîleçen di 9’ê çileya 2020’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi 10 kesan re hatibû binçavkirin û di 10’ê çile de jî hatibû girtin. Bîleçen di 14’ê çileya 2020’an de jî hatibû tahliyekirin û negirtî dihat darizandin. Danişîna biryara doza Bîleçen ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Bîleçen beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî amade bû.    Dozger bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” xwest keşîş Bîleçen were cezakirin. Şandeya dadgehê biryara xwe da û bi heman hêcetê 2 sal û mehek cezayê zindanê li Bîleçen birî.